Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin 2021-06-23 08:49:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî, di serdana heyeta Amerîkayê de axivî û ev tişt got: "Em ê tevlî şerê navxweyî nebin. Divê qrîz bi diyalogê çareser bibe." Sefîrê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller û Sefîrê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Rob Waller, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re serdana hevserokên Yekitiya Niştîmanperwer a Kurdistanê (YNK) kirin. Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî, piştî vê serdanê li ser hesabê xwe yê medya sanal daxuyanî da û ev tişt got: "Me di hevdîtinê de diyar kir ku em ê tevlî şerê navxweyî nebin. Divê qrîz bi diyalogê çareser bibe."