ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-23 09:00:02 *  Serok û hevserokên partiyên siyasî yên muxalif bertek nîşanî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin. Serok û hevserokan destnîşan kir ku hewildana girtinê têkoşîna hevpar a Tirkiye û gelê kurd hedef girtiye û gotin: "A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye."  * Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya 11'an a Şerzan Kurt dest pê kirin.    * Jinên TJA'yî bertek nîşanî kuştina Denîz Poyrazê dan û diyar kirin ku van komkujiyên îqtidarê ji kuştina Sakîne û Sêvêyan nas dikin û gotin: "Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin."    *  Tê gotin dê di 21'ê Hezîranê de li Dehla Valîdebagê projeya rehîbîlîtasyon û sererastkirinê dest pê bike. Şênîyên semtê bi rojan e nobeta dehlê digirin. Dilxwazên Valîdebagê ku li ber vê projeyê radibin, anîn ziman ku betonê naxwazin.   * Walîtiya Rihayê li Kulliyeta Destkariyê ya Rizvaniyê dikanek dabû  hosteyê dawî yê qezazê Mehmet Emîn Gungor. Lê belê niha walîtî wî ji dikanê derdixe. Heger Gungor ji dikanê bê derxistin, dê sinheteke din jî ji holê bê rakirin.    *  Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja 8'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar dê di roja 107'emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.    * Danişîna 21'emîn a doza Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku girtî jê tê darizandin wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê li navçeya Xozata Dersimê û li gundên wê serdanan pêk bînin. (11.00-19.00)   * Daxuyanî û bernameyên ji bo bîranîna Denîz Poyraz a di êrişa avahiya HDP'a Îzmîrê de hat qetilkirin dê werin lidarxistin. (12.00-19.00)