Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin 2021-06-23 10:37:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Serokatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, diyar kir ku armanca plana bi talûke ya Tirkiyeyê dagirkiriye û got: “Em amadene ku di navbera PKK û KDP’ê de navbeynkariyê bikin.”    Tevlîbûna Partiya Demokratîk a Gelan (PDK) ya operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê, di rojeva sereke ya Herêma Federe ya Kurdistanê cih digire. PKD ku bi salane nikare bikeve herêmên nêzî sînor, îro hewl dide bi hêzên taybet li van herêman bi cih bibe. Ev helwesta PDK’ê di raya giştî ya Kurd de rastî bertekên mezin tê. Civak û siyaset Kurd, jî PDK’ê rexne dikin ku bi Tirkiyê re tevdigere. PDK bi tu awayî ne piştgirîya raya giştî û ne jî ya siyasetmedarên Kurdistana Federe digire. Rayedarên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derketinên herî dawî yên KDP qebûl nakin û ji bo vê dest bi bilindkirina dengê xwe kirin. Hevseroka YNK’ê Lahor  Şêx Cengî, li dijî helwest  û nêzîkatiya PDK’ê wiha got: “Emê beşdarî şerê navxweyî nebin. Divê ev krîz bi diyalogê bê çareserkirin.” Piştî Cengîn bertekek din jî ji Endamê Konseya Serokatiya YNK Arêz Ebdullah hat.    ARMANCA DAGIRGERIYE   Ebdullah ê ji Rojnewsê re axivî, wiha got: “Dewleta Tirk bi rêya Erdogan, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirk bi eşkere dibêjin ku piştî peymana Lozanê bi dawî hat, ew ê desthilat û xaka dewleta xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirk wilayeta Musilê ku Başûrê Kurdistanê jî digre nava xwe mîna berê vegerîne ser xaka Tirkiyeyê.”   ‘HEBÛNA PKK’Ê DIKE HINCET’   Arêz Ebdullah da zanîn dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe pêkbîne, hebûna PKK’ê li nava xaka Başûr de ji xwe re weke behane nîşan dide û wiha domand; “Mane PKK li çiyayê Başîka nîne, Tirkiye çima li wê derê baregeha xwe ya leşkerî daniye? Ji bona wê her kesek wisan bi fikire ku sedema hatina dewleta Tirk PKK ye, ew xelete. Ji berku dewleta Tirk berê xwe bide kuderê ew der dagir dike.”   Ebdullah got: “Gotinên min ji bo siberoj û dîrokê bila bimînin, ez dibêjim wê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Ger PKK jî li sinoran vekişe wê êdî Tirkiye venegere û bi niyeta dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye. Xwezî PDK’ê jî vê fikra xwe bi guhertiba û wisan ne fikirîba ku PKK’ye sedema dagirkeriya dewleta Tirk.”   Endamê Serkirdayatiya YNK’ê Arêz Ebdullah, amadebûna YNK’ê ji bo navbeynkariya navbera PKK’ê û PDK’ê re nîşanda û diyarkir YNK li dijî şerê Kurd bi Kurd di sekine.   DIVÊ SIYASET XWE BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE   Her wiha Ebdullah daxwaz ji hikûmeta Tirk kir ku siyaseta xwe di ber çav re derbaske û li gel Gelê Kurd bi diyologê pirsgirêkê çareser bike. Arêz Ebdullah daxwaz ji PKK’ê jî dike ku rewşa taybet a Başûrê Kurdistanê li berçav bigre.   Têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ku hêzên xwe yên taybet ber bi qadên gerîla ve dişîne jî Arêz Ebdullah wiha axivî; “Li gorî yasayên heyî yên Herêma Kurdistanê, pêşmerge dikare here hemû cihek, ji Zaxo bigre ta Qendîl, Xakurkê û Sîdekan. Lê ne YNK nejî Wezareta Pêşmerge haya wê ji vê tevgera hêzên ku ji bo van cihan tê şandin, nine. Di vê demê de şandina hêzê ji bo van deveran wisan tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirk çûne van cihan. Lê ger ev hêz ji beriya êrişên Tirkiyeyê, yan jî piştî bi dawî hatina şer çûban deverê wê bi awayek din bi hatana nirxandin.”   ‘BANG LI PDK’Ê KIR   Ebdullah di dewama axaftina xwe de ev bang li PDK’ê û PKK’ê kir; “Pêwîste di navbera PKK’ê û PDK’ê de ji hev famkirinek çêbibe. Bila PKK rewşa Başûrê Kurdistanê li berçav bigre û PDK jî PKK’ê wek behaneya dagirkeriya Tirk nîşan nede. Bila bi giftugoyê nakokiyên heyî çareser bikin. Ji berku Tirkiye planek metirsîdar heye, dixwaze xwe bigihîne Qendîl û tevayî cihên din ên Kurdistanê.”    Arêz Ebdullha, da zanîn ku ew li dijî şerê di nava Kurdan dene û dest nîşan kir ku ji bo ragehiya li herêmê bi dawî bibe ew amadene ku navbeynkariyê bikin.