ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart 2021-06-23 15:17:31   WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Parêzer Mehmet Karataş bû serokê komeleyê.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Kongreya Asayî ya 11’emîn li dar xist. Kongre li eywana avahiya KESK’ê pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn. Ji bo qûrbaniyên têkoşîna demokrasiyê deqîqeyek rêz hat girtin.    Di axaftinên di kongreyê de hat hat destnîşankirin ku divê her kes deng bide dengê girtiyên di greva birçîbûnê û hat xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tavilê were rakirin.    Piştî xwendina raporên xebat û maliye hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Parêzer Mehmet Karataş ji bo serokatiya şaxa komeleyê hat bijartin û Dersim Erîşen, Hamdî Bayhan, Erhan Donmez, Emîne Kesgîn, Serdar Çelîk û Omer Sonmez ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.