Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin 2021-06-23 15:55:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ên ji Herema Kurdistana Federe vegeriyan Elmanyayê, li Balafirgeha Frankfûrtê hatin binçavkirin.  Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ên li Herema Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin, îro vegeriyan Elmanyayê. Polîsên Elman, endamên Înîsiyatîfê Julian Rosterg, Matthias Gerhard, Birthe Witthoft, Lea Vogel, Marlene Forster ve Fabian Gottschlich ên li Balafirgeha Frankfûrtê peya bûn, binçav kirin.