Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm 2021-06-23 18:46:00   ENQERE - Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di Doza Kobaniyê de axivî, got: "Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm û min berdevkiya heyeta Pêvajoya Çareseriyê ya Îmraliyê kir. Bedêla wê çi dibe bila bibe, pêvajoya herî biqîmet a jiyana min bû."    Celseya 8'an a danişîna 3'yan a Doza Kobaniyê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat lidarxistin. Di çarçoveya vê dozê de Hevserokên HDP'ê yên berê, endamên MYK'ê yên HDP'ê û endamên partiyê jî di nav de 108 kes tên darizandin. Ji van kesan 24 jê girtî ne.    Danişîn li hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û siyasetmedar Sirri Sakik tevli danişîna piştî nîvro bûn. Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, ji ber ku serê sibehê li hêwana danişînê cihê vala tune bû û nikaribû bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bibe, piştî nîvro bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû.    PIRSGIRÊKA KURD   Onder, pêşî Denîz Poyrazê bibîr anî ku di êrîşa li ser avahiya HDP'a Îzmîrê de ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû kuştin. Onder, paşê bi gotineke ji fîlmê "Hacîvat û Karagoz çima hatin kuştin?" axaftina xwe domand û got: "Meseleya kurdî, ji ber ku rêvebirêiyên ji roja komar hatiye avakirin heya niha di warê demokrasî, aştî, wekhevî û edaletê de tiştek bi ser tiştekî nexistine, bi periyodî 5-10 salan carekê dibe rojeva welêt. Mixabin cihê êşê ye, her carê reytîngek wê çêdibe."    ‘PÊVAJOYA HERÎ BIQÎMET A JIYANA MIN BÛ'    Onder, anî ziman ku îqtidarê li dijî kesên ku ji sala 2010'an ve bi paradîgmaya ewlehîparêz nêzî meseleya kurdî bûne, gotiye "ev mesele, bes bi meseleya ewlehîparêz nayê çareserkirin, pêdivî bi çareseriyeke siyasî heye" û bi vî awayî pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye. Onder got: "Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm û min berdevkiya heyeta Pêvajoya Çareseriyê ya Îmraliyê kir. Bedêla wê çi dibe bila bibe, pêvajoya herî biqîmet a jiyana min bû. Helbet hin kêmasî hebûn. Ji lew re me bi xwe îçtihada xwe diafirand û em diçûn."    Onder, di berdewamiya paarstina xwe de destnîşan kir ku ew dildarê vî welatî ne û ev der welatê wan ê hevpar e û got: "Pêşeroja me ya hevpar jî li vir e. Tişteke ku pêvajoyê biqîmet kir jî ev bû ku cara ewil bêyî mudaxileya hin kesan ev tişt hat kirin û me jî tê da peywir girt. Lê wekî meseleya moriyan a hilgirtina avê, bila xweş helal be li gelên Tirkiyeyê. Helbet dê rojekê aştî çêbibe. Lê domandina şer dê her kesî qirêjî bike û aştî jî dê her kesî li hev bîne. Tu qîmeteke mueyîdeyê yê girtîgehan û cezayan tune ye, li cem wê hesta şermê. Lê tişta bibe dê bi aştiya civakî û pêşeroja me ya hevpar bibe. Li dadgeha we, 9 meh in diçim qereqolan îmzeyê didim. Nikarim biçim derveyî welêt. Helbet neyteke me ya ku em vî welatî bi destên kesên xwe bi şer xwedî dikin berdin, tune ye. Lê belê êdî dixwazim ji vê zilma îmzeyan xelas bibim."    Piştî parastina Onder, danişîn taloqî sibê hat kirin.