Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma 2021-06-24 09:02:06 RIHA - S.K., biraziyê Şaredarê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, bêehliyet wesayît şixulandibû û bûbû sedema mirina 4 kesan. Paşê 6 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn, lê piştî 8 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Leyla Çîftçî ku di qezayê de dê û bavên wê û du birayên wê jiyana xwe ji dest dan, îdia kir ku di dema darizandinê de şaredar pere û kar teklîfî wan kiriye, ji bo dev ji giliyê berdin.  S.K. yê 17 salî, biraziyê Şaredarê AKP'î yê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, di 27'ê Îlona 2020'î de bêehliyet wesayît şixulandibû û li Xaçerêya Abîdeyê li wesayîta Şukru Çîftçî yê ji aliyê din dihat qelibandibû. Di qezayê de Şukru Çîftçî, hevjîna wî Zelîha û kurên wî Necdet û Salîh Çîftçî jiyana xwe ji dest dabûn. S.K.yê bûbû sedema vê qezayê jî birîndar bûbû. Piştî 36 rojan îfadeya S.K. hatibû girtin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'an a Rihayê ew bi sûcê "bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirina 4 kesan" girt.    Dogeriya Komarê ya Rihayê jî piltî qezayê bi du mehan îdianame amade kir û di îdianameyê de derpêş kiribû ku S.K. pîvana lezê binpê kiriye û di qezayê de tu qisûra Şukru Çîftçî tune ye. Dozger xwestibû S.K. bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Giran a Zaarokan a 3'yan a Rihayê jî îdianame qebûl kiribû.    HAT BERDAN   Danişîna sisêyan a dozê di 11'ê Hezîranê de hat lidarxistin. Dadgehê 6 sal û 8 meh ceza li S.K. birîn. S.K. tenê 8 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan.    Malbata Çîftçî jî îtiraz kir û serî li Dadgeha Îstinafê da.   BÊEDALETÎ   Leyla Çîftçî ku di qezayê de dê û bavên wê û du birayên wê jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ser bêedaletiyê pê re rû bi rû mane.    Çîftçî got: "Ji bo ji malê re xaliyan bistînin derketin. Lê wesayîta ji aliyê din dihat li wesayîta me qelibî û dê û bavên min û birayekî min li wir jiyana xwe ji dest dan. Birayê min din jî li nexweşxaneyê, piştî bûyerê bi 11 rojan jiyana xwe ji dest da. Min li ser hev cenazeyê 4 ferdên malbata xwe girtin. Hîn bûm ku yê ku bûye sedema mirina malbata min S.K., biraziyê Şaredarê Eyyûbiyeyê Mehmet kûş, bûye. S.K. bi lez wesayît ajotiye. Bû sedema mirina malbata min. S.K. jî birîndar bû û di raporan de tê gotin 35 rojan di beşa awarte de maye. Lê gava me ew dît, ne di halekî wisa de bû ku di beşa awarte de bimîne. Tim dihat gotin ev kes bêyî ku ehliyeta wî hebe, wesayît pir bi lez ajotine û qeza kirine."    'MEHMET KÛŞ PERE TEKLÎF KIRIN'    Çîftçî, diyar kir ku darizandina heyî ew qaneh nekirine û paşê Şaredarê AKP'î yê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, pere teklîfê wan kiriye ku ji bo giliyê biraziyê wî neyê kirin. Çîftçî got: "Şaredar Mehmet Kûş, ji bo em dev ji giliya xwe berdin, tim pere teklîfî me kir. Telefonî gelek ferdên malbata me kirin. Teklîf kir ku ez û xwişka xwe heta hetayê di karekî dewletê de bişixulin. Digotin, ji dêvla ku em vî meaşî bidin hin kesên din, em bidin we. Mehmet Kûş, tevî parêzvanên xwe 4 caran hat gundê me. Me tim ji wan re got, em naxwazin li hev bikin. Her wiha ji ber vê çend caran telefonî apê min kirin. digotin, dê zarok ji girtîgehê derkeve, dê pir neyê cezakirin û hûn ê mexdûr bibin."    SEROKÊ DADGEHÊ JI BRSÛC RE GOT 'ÇAVÊ TE RONÎ BE'    Çîftçî, anî ziman ku li bendê bûn edalet pêk bê, lê belê di danişîna dawîn de edalet pêk nehatiye û got: "Ji ber ku li malê zilam nemabûn, em jin tenê diçûn danişînan. Ez, du xwişkên min, xwişkeke min a nexweş, du jinbirên min û 9 biraziyên min ên sêwî diçûn. Di danişîan dawî d epolîsan bi awayekî tund mudaxileyî me kir. Gelek polîs xistibûn hêwana danişînê. Me nizanibû polîs ji bo me anîne. Haya her kesî jê hebû ku dê S.K. bê berdan. Têkoşîna me ya edaletê ya 8 mehan di 15 de deqeyan de qedandin. Serokê dadgehê ji bi devkî got, 'Çavê te ronî be tu hatî berdan.' Me ji van guhan abwer nekir. Me bertek nîşan da. Li kalê min ê 75 salî xistin. Min bi erdê ve kaş kirin û derxistin derve. Li me hemûyan xistin."    Çîftçî, destnîşan kir ku êşa wan bi peyvan nayê gotin û got: "Ev, tenê ne mirina 4 kesan e. Mirina 4 malbata e. A ku mirovan diêşîne jî nebûna edaletê ye. Kes ne li pişta me bû û me hêvî dikir ê edalet pêk bê. Malbata min perîşan bû. Xwişka min nexweş e. Piştî vê bûyerê em mecbûr man amûra sisêyan têxin qelbê wê. Biryareke wijdanî nedan. Xwediyên meqaman pir mudaxileyî vê dosyeyê kirin. Dixwazim raya giştî di warê hiqûqî de alîkariya me bike. Em ê dev ji vê dozê bernedin."    MA / Bariş Polat