Rojnameger Çoban sirgûn kirin 2021-06-24 11:15:09 AMED - Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Îsmaîl Çoban û 2 girtiyên din sirgûnnî Gurgumê kirin.    Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Îsmaîl Çoban û 2 girtiyên din, ji Girtîgeha Tersûsê ya Mêrsînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglu ya Gurgumê kirin. Rojnameger Îsmaîl, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û derbarê sirgûnkirina wan de ev agahî dan: "Ez û hevalên xwe Cevdet Derse û Velî Efendîoglu ji ber ku me li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berxwedan bi pêş xist û li dijî zext û tundiya rêveberiya girtîgehê serî netewand hatin sirgûnkirin. Divê herkes vê yekê baş bizanibe ku em ê di têkoşîna xwe de tu carî paşde gav navêjin.”    Her wiha Çoban, ragihand ku dema wan anîne Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglu ya Gurgumê gardiyanan xwestiya wan di lêgerîna tazîre derbas bikin û piştî ku ew li dijî vê derketine gardiyanan paşde gav avêtine.