Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man 2021-06-24 11:58:25   EQNERE - Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ku ji bo Doza Kobanê lê hatine girtin miemeleya xerab li wan hatiye kirin û ev tişt got: "Em bi hiqûqeke dijminane re rû bi rû man."   9'emîn rûniştina danişîna 3'emîn a Doza Kobanê ku 24 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22'emîn Dadggeha Cezaya Giran a Enqerê didome. Parlamenterên HDP'ê û gelek kes tevlî danişîna ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin bûn. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, mafê axaftinê girt. Gur, miemeleya xerab a li Girtîgeha Sîncanê ku ji bo Doza Kobanê lê hatine girtin vegot.    Gur, ev tişt vegot: "Ji kawişê heta derve em di 2 cîhazên x-ray re derbas dibin. Lê di derbaskirina îro de karmendekî me tacîz kir. Em bi helwesteke dijminane re rû bi rû man. Em vê helwestê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê vê ji rêveberiya girtîgehê û Wezareta Edaletê re ragihînin lê em vê helwesta xebatkarên girtîgehê ya li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin. Helwesta cendirmeyan ên me tînin vir jî ne baş e. Miemeleya xerab li me tê kirin. Xebatkarên girtîgehê hewl dan parastinên ku me amade kirine bixwînin, em vê qebûl nakin."   Danbişîn bi parastina Emîne Ayna didome.