Konferansa Demokrasiyê dest pê kir 2021-06-24 12:25:44 STENBOL - Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca hevparîbûna daxwaz û têkoşîna her beşên civakê, bi beşdariya zêdeyî 200 pêkhateyan dest pê kir.    Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca hevparîbûna daxwaz û têkoşîna her beşên civakê, demek dirêje amadekariyên wê dewam dikir li Navenda Pêşandan û Hunerê ya Dr. Kadir Topbaş dest pê kir. Konferansa bi dirûşmeya “Nan, Azadî, Edalet” dest pê kir zêdeyî 200 pêkhatiyan beşdar bûn.    Li ser banga Ahmet Turk, Canan Arin, Celal Firat, Îhsan Elîaçik, Genco Erkal, Melda Onur, Murathan Mungan, Nejla Kurul, Ozturk Turkdogan, Riza Turmen, Şebnem Korur Fîncanci, Tarik Ziya Ekîncî û  Zulfu Lîvanelî biryar hat dayîn ku konferans bê lidarxistin.   Tîlbe Saran, derbarê armanc û hedefên konferansê de, pêşkêşî kir û konferans bi axaftina vekirinê ya Riza Turmen re dewam kir. Turmen, diyar kir ku ev konferans konferansa kesên demokrasî, aştî, azadî, wekhevî, kar, xwarin, nan û edaletê dixwazin e û wiha got: “Ev konferans konferansa Denîz Poyrazane. Gelo çima em îro li vir in ji ber ku êdî em nikarin bêdengiyê rakin. Em li vir in ji ber ku êdî em serê xwe li ber neheqî û zordariyê natewînin. Ji ber ku em dibêjin em hene, em îro li vê derê ne. Daxwazên weke azadî, dad, wekhevî, kar, xwarin û nan, ji yên din girîngtir nînin. Di bingeha hemûyan de, demokrasî heye. Dozek din nikare ji dozek din re bêhêvî bimîne.”   PÊNGAVA YEKEMÎN   Turmen, dest nîşan kir ku qadên giştî hîn zêdetir tên tarîkirin û wiha bilêv kir: “Armanca vê konferansê, ji aliyekê ve derbaskirina tarîtiyê û derxistina dengên nayin bihistîne. Di heman demê de, derbarê bernameya Tirkiyeya nû de jî, zanyariyan dide me. Em dikarin bêjin ku ev konferans ne ya dawiya, lê destpêkê ye. Em hedef dikin ku armanca siyasetê biguherînin. Têgihiştinek nû ya siyasete em dixwazin ava bikin. Em hemû bi hevre, ketin rê. Ev konferans, pêngava yekemîn a ketina rê ye. Rêya me hemûyan vekirî be. Emê hemû bi hevre bi meşin.”