Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband 2021-06-24 12:47:48   WAN - Li navçeya Erdîşê, esnafan sîwanan bi Kolana Hunerê ve kirin, lê qeyûm bi hêceta ku “zêdetir bi sê rengan in” xwest sîwan bên daxistin.    Li navçeya Erdîşa Wanê, esnafan sîwanên rengîn bi Kolana Hunerê ve kirin, lê rêveberiya qeyûm a Şaredariya Erdîşê qebûl nekir. Zabitayên ku di saetên serê sibê de hatin kolanê bi hêceta ku sîwan “zêdetir bi sê rengan in” xwest sîwan bên daxistin. Lê ji ber ku esnafan vê daxwazê qebûl nekirin û sîwanan danexistin, zabita ji kolanê veqetiyan.