Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst 2021-06-24 14:34:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Avrupa ya li Bakurê Qibrisê weşanê dike, gotinên Devlet Bahçelî yê ku Denîz Poyraz û malbata wê kiribû hedef, bi manşeta “TU YÎ Terorîst” derket. Rojnameya Avrupa ya li Bakurê Qibrisê weşanê dike gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê nijadperest ku Denîz Poyraz û malbatê wê kiribû hedef, veguhest manşeta xwe. Manşeta rojnameyê bi nivîsa “TU YÎ Terorîst” derket û li aliyekî wêneyê Poyraz û li aliyekî jî wêneyê Bahçelî da.    Serokê MHP’ê Bahçelî roja sêşemê di axaftina xwe ya komcivînê de Denîz Poyraz û malbata wê û HDP’ê kiribû hedefa xwe û ji bo Denîz Poyraz gotibû “terorîst.’