TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike! 2021-06-24 14:38:16   RIHA - TÎGEM ku bi hinceta "qedexeya çêrandinê" sewalên welatiyan desteser dike û ceza dibire, di navbera erdên xwe û gundan de dest bi lêkirina dîwaran kir.    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, "qedexeya çêrandina" sewalan a li derdora Miduriyeta Giştî ya Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) ji 4'ê kanûna 2020'an ve didome. Piştî serdana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî ya li herêmê TÎGEM'ê, bi hinceta ku li erdên hatine çandin diçirin sewalên welatiyan desteser kiribûn. Piştî vê pêkanîna xwe niha jî TÎGEM'ê di navbera erdên xwe û gundan de dest bi lêkirina dîwaran kir. Lêkirina dîwar niha li qeraqê rûbarê Circip didome. Lê nayê zanîn ku wê lêkikirina dîwar heta kuderê bidome.    ROJANE 500 TL CEZA DIBIRIN   Welatiyên ku li herêmê dijîn 7 meh in ji ber qedexeyan sewalên xwe difiroşin. Dema ku sewalan bikevin erdê TÎGEM'ê li xwediyê wan 500 TL ceza tê birîn. Ji bilî vê TÎGEM heqê êmê sewalên ku desteser dike jî ji xwediyên wan digire. Her wiha welatiyên ku cezayê li wan tê birîn nikaribin bigirin sewalên xwe ji TÎGEM'ê re dihêlin. Welatî, li dijî van pêkanîna bi bertek in û dibêjin ku cezayên li wan tên birîn kêfî ne û ne qanûnî ne.    JI BÊXWEDÎTÎ DIMIRIN   Welatî K.G. ku miyeke wî beriya mehekê hatiye desteserkirin, diyar kir ku hefteya borî jî 3 sewalên wî hatine desteserkirin û wiha got: "Rojek piştî desteserkirina her sê miyên xwe min 500 TL ceza da. Dema ku min miya xwe mehek berê hatibû desteserkirin jî xwest hezar TL bedêla xwedîkirina wê ji min xwestin. Miya min cezayê ku tê xwestin nake. Min dev jê berda. Dema ku girtibûn miya min a herî baş bû. Di nav mehekê de hatiye ber mirinê. Dema ez ji bo miya xwe çûm min 70 miyên din jî li wir dît. Yek ji wam miribû. Yên din jî li ber mirinê bûn. Weke malbat 500 sal in em li vir dijîn. Wê ev zilm heta kuderê bidome? Hem sewalên me digirin hem jî heqaretê li me dikin."   175 MÎ DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE NE   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî têkildarî mijarê hefteya borî serdana TÎGEM'ê kiribû û gotibû ku bi hinceta "qedexeya çêrandinê" bin pê kirine 175 mî di bin çavdêriyê de tên girtin. Surucu, bi daxwaza ku Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî bibersivîne pêşnûmepirs dabû Serokatiya Meclisê. Surucu, ji Pakdemîrlî ev pirs kiribû: "Hinceteke hiqûqî ya binçavkirina miyan heye? Hûn ê derbarê mijarê de lêpirsînek bidin destpêkirin?"   Dema ku em têkildarî ceza û dîwarê ku tê lêkirin li TÎGEM'ê geriyan, ji me re gotin ku hemû rayedarên wan li nav erdan e û tu agahî nedan.    MA / Emrûllah Acar