Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin 2021-06-24 15:57:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê gundê Mijî yê navçeya Amediyê 7 caran ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hat bombebarankirin.    Êrişên Artêşa Tirk ên Li Herêma Kurdistanê didomin. Bombardûmana ku Artêşa Tirk di saetên serê sibehê de li gundê Mijî yê navçeya Amediyê ya Duhokê dabû destpêkirin berdewam dikin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kir; gundê Mijî û derdorê wî ji aliyê Artêşa Tirk ve 7 caran hatiye bombebarankirin. Hat diyarkirin ku piştî bombardûmanê dûman li herêmê bilind dibe.