Li Qoserê kesek hat binçavkirin 2021-06-25 08:19:00 MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê, di serdegirtina malê de, kesek hat binçavkirin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, polîsan duh bi şev bi ser mala Mahsûm Demîr de girtin û binçav kirin.   Derbarê Demîr bi ku ve birin de, tu agahî nehatin bi dest xistin. Rayedaran li parêzer û xizmên Demîr geriyan û ji wan re gotin, Demîr ne li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Qoser û Mêrdînê ye. Malbata Demîr derbarê rewşa kurê xwe de bi fikare û li bendêne ku rayedar daxuyaniyekê bidin.