Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e 2021-06-25 09:05:56 ENQERE - Ozgur Erol, diyar kir ku di Doza Kobaniyê de hê parêzer û sîyasetmedar destê xwe baş venekirine û got: "Em xebatine cidî dikin, xebatine ku dê bûyerên di vê dosyeyê de, mekanîzmaya ku di 7-8'ê Cotmehê de tevgeriya derxe holê."  Celseya dawî ya danişîna 3'yan a Doza Kobaniyê îro dê li Dadgeha Cezayê GIran a 22'yan a Enqereyê bê lidarxistin. Di çarçoveya vê dozê de hevserokên giştî yên HDP'ê yên berê, endamên Desteya Rêvebir a Navendî û rêvebirên partiyê jî di nav de 108 kes tên darizandin. Ji van kesan 24 kes jê girtî ne.    Ji parêzerên Doza Kobaniyê Ozgur Erol, 9 danişînên dozê û êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê nirxand.    Erol got: "Dosyeya Doza Kobaniyê, dosyeyeke lînckirinê ye. Ji destpêka dozê ve, mekanîzmaya em jê re dibêjin dadgeh, hewl da zûzûka biryarê bide û bi dawî bike. Lê ez dibêm di van 9 danişînan de dîtin ku bi vî awayî darizandina bi dehan siyasetmedar û siyasetmedarên kurd ên xwedîezmûn, ne rihet e."    Erol, ji bo pirsên ku heyeta dadgehê ji sîyasetmedaran re kir jî got: "Jixwe rewşeke krîmînal tune ku heyeta dadgehê wekî pirs ji siyasetmedaran bike. Pirsên dadgehê derbarê fikirên siyasetmedaran de bûn. Pirsên wekî 'hûn derbarê vê çi difikirin, hûn derbarê vê fikirê de çi difkirin an jî Kurdistan ku derê ye?' Mesela pirsine dixwestin delîlan ji wan çêbikin dipirsîn. Mesela pirseke wekî 'Çima êrîşî li ser avahiyên HDP'ê çênebûn?' Heger êrîşek hebe bipirsin. Heger hin kes ji ber vê bên darizandin, wê çaxê tu yê karibî bipirsî."    'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ TÊ BIRÊVEBIRIN'   Erol, destnîşan kir ku dadgehê îdianame û pêvekên wê venekolan e û got: "Ma avahiyên HDP'a Şahînbey a Dîlokê û Esenyûrtê di 7-8'ên Cotmehê de nehatin şewitandin? Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de avahiyên kîjan partiyê wekî yên HDP'ê hatine şewitandin, xebatkarên wan hatine girtin û kuştin û gef li rêvebirên wan hatine xwarin? Naveroka vê dosyeyê bi temamî ecêbî ye. Lewma pirsên tên kirin jî bi vî awayî afakî ne." -   Erol, anî ziman ku çi qas tiştên neyînî yên di atmosfera siyasî a Tirkîyeyê de hebin, hemû bi destê hiqûqê tên pêkanîn û got: "Niha li Tirkiyeyê hiqûq tê birêvebirin. Tirkiye, bi hiqûqê nayê birêvebirin. Li Tirkiyeyê hiqûq tê birêvebirin. Ji ber ku hiqûqa li Tirkiyeyê elimiye ku bi destê siyasetê bê birêvebirin, ev doz jî berdewama wê ne."    DOZA JI BO GIRTINA HDP'Ê   Erol, ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de jî got: "A rast li holê tiştekî ku bê girtin tune ye. Dê biryara derbarê girtinê de nikaribe partiyeke siyasî ya bi milonan deng girtine û ne jî dê dê daxwaza gel a ji bo azadiyê ji holê rake. Dê ew daxwaza ji bo heqê siyasî, biherike cihoka xwe. HDP, tenê ne tuzuka fermî ya partiyeke sîyasî ye. Ev, tevgereke siyasî ye. Lewma divê em ji bîr nekin hêviya herî demokratîk e û divê em nirxandinên xwe li gorr vê bikin û moral û manewiyata me li ser vê hûr bibe."    ‘EM XEBATEKE CIDÎ DIKIN'    Erol, gelek tiştên ku ew parêzerên vê dozê bikin hene û got: "Bêguman, muwekîlên me sîyasetmedarine pir girîng in. Em jî ji meqama îdiayê, dadgehê û hemû derdorên daxilî nav vê dosyeyê bûne wêdetir xebateke cidî dikin. Hê me tiştên di dest xwe de venekirine. Em ê vana vekin û yeko yeko nîqaş bikin. Em xebatên xwe dikin, xebatên ku dê bûyerên kuştinê û dînamîk û mekanîzmaya ku di 7-8'ê Cotmehê da tevgeriyaye aşkere bikin. Em ji bo vê xebatine cidî dikin."    MA / Zemo Aggoz