AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne 2021-06-25 09:30:04   ENQERE - AYM, wê serlêdana Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlementeriya wî hatibû betalkirin û girtin, di 1’ê tîrmehê de binirxîne.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) wê serlêdana parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku ji ber parvekirinên xwe yên medya sanalê, cezayê girtîgehê lê hat birin, parlementeriya wî bi vê hincetê hat betalkirin û dûre hat girtin, di 1’ê tîrmehê de binirxîne. Gergerlîoglû, piştî ku di 17’ê adarê de parlementeriya wî hatibû betalkirin, di 2’yê nîsanê de ji mala xwe hatibû binçavkirin û dûre şandibûn girtîgehê.    Gergerlîoglû li dijî betalkirina parlementeriya xwe serî li AYM’ê da. AYM’ê di civîna xwe ya di 9’ê hezîranê de biryar dabû ku serlêdana Gergerlîoglû bişînin Lijneya Giştî ya AYM’ê. Lijneya Giştî ya AYM’ê wê di 1’ê tîrmehê de serlêdanê binirxîne û biryarê bide.