Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan 2021-06-25 13:11:36 MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez a piştî qeyûm tayînî cihê wê hat kirin, hatibû girtin, serbest hat berdan.   Wezareta Karên Hûndir, di 16’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînî Şaredara Navçeya Dêrik a Mêdînê ya dibin rêveberiya HDP’ê de kiribû û hevşaredar Mulkiye Esmez, girtibû. Doza darizandina Esmez li 8’emîn danişîna Esmez hat dîtin. Esmez ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Di danişînê de, dozger xwest girtina Esmez dewam bike. Esmez dûre mafê axaftinê girt û wiha got: “Êdî ez tiştekê nabêjim” û bertek nîşan da. Parêzerê Esmez Dîldar  Ektîren jî, da zanîn ku hinceta girtina Esmez ji holê rabûne, xwest Esmez ji ber pêvajoya girtina dirêj bê berdan.  Şandeya dadgehê pêvajoya girtina Esmez li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî serbest berda.    Dadgehê piştî biryara berdana Esmez, danişîn taloqî 12’yê Mijdarê kir.