21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin 2021-06-25 13:31:24   AMED - Rêxistinên civakî yên sivîl ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan were berdan bang li Wezareta Dadê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û hemû saziyên eleqedar kirin.    Di nava de baro, odeyên tabîpan û komeleyên malbatên girtiyan jî di nav de hene 21 rêxistinên civakî yên sivîl ji bo girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek nexweşînên cidî yên Ozkan hene û rewşa wî her ku diçe xeteretir û girantir dibe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her cara ku Ozkan radikin nexweşxaneyê bi kelemçekirî dibin û herî dawî jî ji bo raporê ku wî sewqî Xarpêtê kirine jî bi kelemçekirî birine. Di daxuyaniyê de hat gotin bi kelemçekirî tedawîkirina Ozkan û birina wî ya nexweşxaneyan binpêkirina qedexeya îşkenceyê û muameleya xerab e.    BANGA LEZGÎN HAT KIRIN    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo Ozkan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest nede û were berdan di serî de banga lezgîn li Wezareta Dadê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û hemû saziyên eleqedar vedixwînin ku bi berpirsiyariya xwe rabin.    SAZIYÊN KU BANA BERDANÊ DIKIN    Saziyên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “Baroya Edeneyê, Baroya Êlihê, Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfazê De Ceza, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem, Baroya Amedê, Odeya Doktoran a Amedê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê, Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev, Înîsayatîfa Hatiye Dîtiye (Görülmüştür), Komeleya Rojeva Mafê Mirovan, Baroya Mêrdînê, Komeleya Alîkariyê y Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yaMalbatên Girtî û Hikumxwaran a Med, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî ya Şaxa Amedê, Baroya Şirnexê, Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî, Projeya Piştevaniyê ya Dozên Mafê Mirovan a Tirkiyê Baroya Wanê, Komeleya Azadiyê ya Yaşam Bellek, Komeleya Hemwelatîbûnê.”