Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-06-25 15:11:44   ARTVÎN - Hunermend Kazim Koyûncû yê ji Derya Reş di salvegera mirina xwe ya 16’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Hunermend Kazim Koyûncû yê ji Derya Reş ê di 25’ê hezîrana 2005'an de jiyana xwe ji dest da di salvegera mirina xwe ya 16’emîn de li ser gora xwe ya li navçeya Hopa Artvînê hat bibîranîn. Malbata Koyûncû û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.    Rêveberê Malên Gel ê Hopayê Kamil Ustabaş di merasîmê de axivî û ji welatê wan hunermend ango însanek pir bi nirx derketiye û carek din wî bibîr tînin.    Merasîma bîranînê bi guhdariya stranan bi dawî bû.