Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan 2021-06-25 15:22:10   AMED - Hat diyarkirin ku di hewadariya Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê de gule hatiye berdan. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn mijarê bir rojeva meclisê.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê bir rojeva meclisê. Tosûn, têkildarî mijarê pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir. Di pêşnûmepirsê de binpêkirinên mafên ên li girtîgehên hejmara 1-2 û tîpa D ên Amedê wiha hatin rêzkirin: "Cezayên kêfî, zexta derûnî, binpêkirina mafên herî bingehîn, astengkiririna traşê, bicihkirina qamerayan a cihên taybet, nedayîna amûr û kargoyan, bihabûna amûrên qantînê, dayîna cezayê hevdîtînê, nedayîna dezenfekteyê û nebûna personelên tenduristiyê"   XWESTINE GIRTÎ JI GIRTÎGEHÊ  DERBIXIN   Tosûn, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kiriye ku girtî Yûnûs Emre Ergîn bêyî parêzer û nîşandina belgeyekê hatiye xwestin ku 2 caran wî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derbixin û li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê jî di hewadariyê de gule hatiye berdan.    PIRSÊN KU TOSÛN JI GUL KIRIYE   Tosûn, têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîrê Edaletê Gul kirin:    "* Haya we jê heye ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê di hewadariyê de gule hatiye berdan? Kesê gule berdaye gardiyan bûye? Gardiyan gule berî girtiyan daye? Der barê gardiyanê ku gule berdaye lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Haya we ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehên hejmar 1-2 yên Amedê heye? Ev pêkanîn ne sûc in? Wê ji bo van pêkanîn derbarê gardiyan û rêveberiya girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin?   * Hinceta ku li girtîgehên hejmar 1-2 yên Amedê cezayên kêfî li girtiyan tên birîn çî ye?   * Hinceta qanûnî ya xwestina derxistina girtî Yûnûs Emre Ergîn a bêyî parêzer û nîşandina belgeyekê ya ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê çî ye?   'BILA BÛYER BÊ LÊKOLÎNKIRIN'   Her wiha Tosûn, bi daxwaza ku bûyera guleberdana di hewariya Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê de bê lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.