Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan 2021-06-25 20:26:08   ENQERE - Di Doza Kobaniyê de Zekî Çelîk, Îbrahîm Bînîcî, emîne Ayna û Emîne Beyza Ustun hatin berdan.    Di celseya pêncan a danişîna 3'yan a Doza Kobaniyê da ku li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat lidarxistin de 4 kesên din jî hatin berdan.   Hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê, endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê û rêvebirên partiyê jî di nav de 108 kes di çarçoveya Doa Kobaniyê de tên darizandin. Ji van kesan 24 kes jê girtî ne.    Di celseya pêncan a danişîna sisêyan a îro de hesabêgêrê HDP'ê yê berê Zekî Çelîk, parlementerên HDP'ê yên berê Îbrahîm Bînîcî û Emîne Beyza Ustun û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Emîne Ayna bi şertê kontrola edlî û qedexeta derketina derveyî welat hatin berdan.   Danişîna dozê taloqî 20'ê Îlonê hat kirin.