Li Dara Hênê agir bi daristanê ket 2021-06-25 20:43:50   ÇEWLIG- Li gundên Guzeldere, Derebag û Çamliyûrtê yên navçeya Dara Hênê agir bi daristanan ket.    Li gundê Guzeldere, Derebag û Çamliyûrtê yên navçeya Dara Hênê ya Çewligê agir bi daristan ket. Nehat zanîn agir çawa bi daristanan ketiye.   Li gor agahiyên şêniyên herêmê ragihandin, îro piştî nîvro saet li dor 2'yan agir bi daristanên di navbera gundê Guzeldere, Derebag û Çamliyûrtê de ketine û her diçe şewat berbelav dibe. Welatiyan diyar kir ku îtfaiyeyê mudaxileyî şewatê kiriye, lê belê hê jî didome.