Dadgehê 50 sal ceza li wan birî 2021-06-25 21:05:46   RIHA - Ji kesên ku li Xelfetiyê li hewşa qereqolê serdevkî hatibûn dirêjkirin û hatibûn îşkencekirin, li 14'an jê bi giştî 50 sal ceza hat birîn.    Di 18'ê Gulana 2019'an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê polîs û HPG'î şer kir kiribûn. Piştî şer polîsan gelek binçavkiribûn û ji van kesan 8 jê girtî û derbarê 17 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" doz hatibû vekirin.    Danişîna 9'an a Dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hat lidarxistin. Zekî Alakûş, Celal Ercan, Cind, Zîncîrkiran, Celal Yildirim, Mehmet Alakûş, Fahrettîn Alakûş, Omer Gul û Vakkas Kiliç ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. Ji kesên bi awayekî negirtî tên darizandin jî Guler Alakûş tevî parêzeran hat hêwana danişînê.    Girtiyan diyar kirin ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û xwestin bên berdan. Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi îdiaya  "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Celal Ercan û Zekî Alakûş, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 5 sal ceza li Mehmet Alakûş birî.    Her wiha dadgehê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" 3 sal û 6 meh ceza jî li Celal Yildirim, Fahrettîn Alakûş, Cindî Zencîkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç" birî.  Dadgehê li Gazeley Alakûş, Fatma Alakûş, Mehmet Hayrî Çîftçî, Sariye Gumuş, Niyazî Gumuş û Rûken Gumuş jî ku bi awayekî negirtî tên darizandin 2 sal û meh ceza birî û biryara beraetê derbarê kesên din de da.