Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin 2021-06-26 09:00:44 ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, derbarê xebatên Baroyê de axivî û diyar kir ku dema ku ew hatin hilbijartin xebata wan a sereke serdana Malbatên Roboskî bûye û ji bo ew li pêşî li binpêkrinên mafan bigirin dixebitin.  Baroya Şirnexê Komcivîna Giştî ya Asayî ya 9'emîn di meha nîsanê de li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart. Parêzer Rojhat Dîlsîz wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di nav rêveberiya nû de ku Komîsyona Ziman jî heye gelek komîsyon hatin damezrandin. Serokê Baroyê Rojhat Dîlsîz derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.    Dîlsîz anî ziman ku di nava bajarên herêmê de yek ji bajarên ku herî zêde binpêkirina mafan li Şirnexê diqewimin û armanca wan ew e ku wekî Baroya Şirnexê, ew beşdarî hemû dosyayên civakî bibin.     KOMÎSYON HATIN ÇALAKKIRIN   Dîlsîz diyar kir ku di nav sê mehan de, li ser bingehek qanûnî ew hewl didin ku nîşan bidin ku ew li dijî kuştina jin û zarokan, talankirina xwezayê ya li herêmê bikevin nava tevgerê û ji bo pêşî li binpêkirinên mafan bigirin di nava têkoşineke hiqûqê de ne. Dîlsîz da zanîn ku wan di sê mehan de komîsyonên xwe ava kirine û tevî hemû neyîniyan jî komîsyona mafên mirovan û komîsyona girtîgehan çalaktir kirine û komîsyona wan a mafên jin û zarokan jî di demek kin de xebatek erênî bi rê ve birine. Dîlsîz anî ziman ku ew bi van xebatan hewl didin bikaribin têkevin nav dosyayên jinên ku hatin kuştin û zarokên hatine îstîsmar kirin. Dîlsîz got wan komîsyona li dijî talankirina xwezayê jî ava kiriye û ji bo pêşî li talanê were girtin xebatên cidî dikin û di warê hiqûqî de serlêdanan dikin.    'JI BO ZINDÎKIRINA DOSYAYA ROBOSKIYÊ XEBATÊN ME HENE'    Dîlsîz bal kişand ser Doza Roboskiyê û destnîşan kir ku bo ku berpirsyar bi cezayê herî giran bên darizandin ew bi malbat û derdorên cuda re têkilî danîne û wiha got: “Doza Roboskiyê birîna meya nehatiye kewandinê ye. Malbatên me yên ku hatine mexdûrkirin hene. Divê di destpêkê de em xwedî li van malbatên xwe derbikevin. Dema ku em hatin hilbijartin, di serî de me serdana Malbatên Roboskiyê kir. Bêguman, hin malbat û hin akademîsyen hene ku me ji bo zindîkirina vê dozê bi wan re têkilî daniye. Di hin xalan de serlêdan hatine kirin. Di heman demê de li gel malbatan hevdîtinên me didomin. Lê belê, ji me re kesên ku di vê qadê de pîspor pêwîstin ku bikaribin pêvajoyê bi rê ve bibin. Di derbarê vê yekê de biryara DMME'ê heye. Lê belê, bi rêbazeke qanûnî ji bo zindîkirina Doza Roboskiyê em ê bixebitin.”    'EM Ê HEWL BIDIN KU FAÎL CEZAYÊN GIRAN BISTÎNIN’    Dîlsîz anî ziman ku ew ê ji bo ku berpirsiyar û faîl werin cezakirin û cezayên giran ku heq dikin bigirin, ew ê her pêvajoya hiqûqî ya pêwîst bidin meşandin û got: “Mînak serlêdanên binpêkirinên mafan ên ku di  dema qedexeya derketina derve ya di pêvajoyên 2015-16’an de pêk hatin û her wiha doza derbarê mirina Nihat Kazanhan û  herdu birayên hev biçûk ên li Silopiyê panzêr li wan qelibî hene. Di dosyeya dadgehê de, kesê ku ji mirina Kazanhan berpirsyar  hate eşkere kirin û 13 sal û nîv ceza lê hat birîn. Me got di rastiya xwe de ev ceza têra nake û me doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Bi heman rengî, dosyayên birayên Yildirim niha li Dadgeha Bilind in. Lê mixabin, di dozên ku sûcdar polîs an jî leşker be bêceza dimîne. Weke Baroya Şirnexê, ji bo ku faîl bi cezayê herî giran bên darizandin em di nav hewledanan de ne û weke baroyê em dixwazin ku beşdarî van dosyayan bibin."    'DIVÊ EM PERGALEKE NÛ AVA BIKIN'    Dîlsîz da zanîn ku ew ê wek baroyê bi hesas nêzî dosyayên civakî dibin û got: "Divê em pergalek nû ava bikin ku bikaribe li gorî vê wezîfeyê tevbigere. Baroya Şirnexê baroya herî ciwan a Tirkiyeyê ye. Em hewl didin ku vê dînamîzm û kelecanê li ser barê baroyê zêde bikin û veguherînin hêzek xurt. Tişta ku em dixwazin, baroyê bikin nasnameyek sazûmanî û avahiyek sazûmanî."    MA / Zeynep Durgut