Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin 2021-06-26 09:14:17 XARPÊT- Di erdheja pileya 5,3 ya li navçeya Depê pêk hat de, hin mal û axurên gundên girêdayî navçeyê xesar dîtin.   Li navçeya Depê ya Xarpêtê, duh bi şev saet 21,28’an de bi pileya 5,3 erd hejiya. Erdhej di serî de li Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Erzirom, Xarpêt û gelek cihan hat hîskirin.   XESAR LI MALÊN GUNDAN BÛN   Piştî erdhejê welatiyên Xarpêt, Çewlîk û navçeyên derdorê ji malên xwe derketin derve. Hat diyarkirin ku ji ber erdhejê hin mal û axurên gundên Kuşbayiri, Çelebî, Yeşîlbelen, Sarihan û Çan ên girêdayî navçeya Depê xera bûn û zirar dîtin.   Welatiyên malên wan xesar dîtin, şeva xwe derve derbas kirin. Hat destnîşan kirin ku di erdhejê de, tu kesekê jiyana xwe ji dest nedaye. Li herêmê piştî erdhejê, gelek erdhejên biçûk rû dan.