Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e 2021-06-26 10:38:49 STENBOL - Desthilata ku ji hevrûbûna Pirsgirêka Kurd direve, "Plana Çokşikandinê" bi dozên girtin û Kobanê li dijî HDP'ê didomîne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser tecrîd tê meşandin, van polîtîkayên serî li wan tê dayîn weke "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan" bi nav kiribû.    Hêzên kûrewî, weke gava destpêkê ya mudaxalekirina Rojhilata Navîn bi komployeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistibûn û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kiribûn. Ji vê rojê ve Ocalan li Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku girtîheke giravê ye tê ragirtin. Piştre derket holê ku beriya radestkirina Ocalan rayedarên CIA'yê di 4'ê sibata 1999'an de hatine Tirkiyeyê û bi MÎT'ê re protokoleke "veşarî" îmze kirine. Li gorî vê protokolê di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê hatiye valakirin û ji bo ragirtina Ocalan bi tenê hatiye avakirin. Di 15'ê Sibatê de Ocalan li Balefirgeha Naîrobî ya Kenyayê radestî endamên MÎT'ê hat kirin û bi balafirê derbasî Tirkiyeyê kirin. Ocalan roja 16'ê sibatê serê sibehê li vê Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin û 22 sal in li vir di bin tecrîdê deye.    Ocalan, ji bo ku Pirsgirêka Kurd ji derveyî tundiyê bi rêyên siyasî çareser bike, ji sala 1993'an ve hewl dide bi Tirkiyeyê re diyalogê saz bike. Ji bo ku şertê vê pêk bên di salên 1993, 1995 û 1998'an de biryarên agirbestê girt. Di 22 sal in Îmraliyê de jî Ocalan ji bo çareseriyê destê aştiyê bi israr dirêjî dewletê kir, lê her car ev destê ku hat dirêjkirin bêbersiv hat hiştin. Bi polîtîkayên neçareserkirin ku bi destê desthilatan hat domandin, tovê neyartiyê di navbera gelên Tirkiyeyê de hat avêtin.    PLANA ÇOKŞIKANDINÊ   Rexmî ku bûyerên mîna sûîqesta Parîsê pêk hatin jî bi hewldanên Ocalan di salên 2013-2015'an de hêviyên aştiyê şîn bûn û tenê di van salan de polîtîkayên neçareserkirin hatin rawestandin. Gelan di vê pêvajoyê de zêdetir ji hev fêm kirin. Lê di 30'ê cotmeha 2014'an de di Lijneya Ewlehiya Bilind (MGK) ku 11 saetan berdewam kir de biryara "Plana Çokşikandinê" hat dayîn. Di 14'ê kanûna 2016'an de ev plan ket dewrê û ji 102 şaredariyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) qezenç kiribûn 96 ji wan hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin. Dîsa di çarçoveya vê planê de bi dehan cih û warên kurdan hatin hilweşandin û bi deh hezaran kes hatin koçberkirin.    Bi vê plana ku hê jî di dewrê de ye dewlet zextê li kurdan û hêzên çepgir ên ku piştevaniya kuran dikin dike û hewl dide bi tundî, qeyûm, binçavkirin û girtinê mafê wan ê herî biçûk jî bi tepisîne. Ji aliyekî ve jî di nav hewldanên tasfiyekirina siyaseta demokratîk de ye.   DOZA KOBANÊ Û GIRTINÊ    Bi vê armancê Hevserokên Giştî yên berê, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) û rêveberên HDP'ê jî di nav de 24 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedaran Doza Kobanê hat vekirin û bi qebûlkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a doznameyê re doza girtinê li HDP'ê hat vekirin.    QETILKIRINA DENÎZ POYRAZ   Bi van gavên ku di bin navê hiqûqê de bi awayekî siyasî tên avêtin re êrişên fizikî ji li dijî HDP'ê pêk tên. Herî dawî ji ber zimanê hedefnîşandinê yê Tifaqa Cûmhûr di 17'ê hezîranê de li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê êriş pêk hat û endama HDP'ê Denîz Poyraz hat qetilkirin.    'MAFÊ ME YÊ JIYANÊ JÎ NEHAT NASKIRIN'   Ocalan ku îro ne destûr tê dayîn bi malbata xwe re ne jî destûr tê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, di hevdîtinên xwe yên berê ku bi parêzerên xwe re kiribû de timik nêzikbûna dewletê ya li dijî kurdî nirxandiye û polîtîkayên ku tên şopandin weke "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan" bi nav kiriye. Di sala 2014'an de Ocalan di hevdîtineke bi parêzerên xwe re gotibû, 'Weke kurd mafê me yê jiyanê jî nehat naskirin' û vê wiha aşkera kiribû: "Heta îro hiqûqeke kurdan çênebû. Di rastiyê de weke kurd mafê me yê jiyanê jî nehat naskirin. Mafê jiyanê mafekî bingehîn e lê vî mafê me jî ji destê me hatiye girtin. Di vê wateyê de divê parêzer û hiqûqnasên Kurdistanê ji xwe bipirsin ku parêzeriya çi dikin û hiqûqa çi diparêzin û vê di ber çavan re derbas bikin."   'SÛCÊ MIN VEXWENDINA JIYANA AZAD E'   Ocalan, di heman hevdîtinê de balê dikişîne ser jiyana ku Modernîteya Kapîtalîst li kurdan ferz dike û têkildarî mijarê ev nirxandin dike: "Li vir di hucreyê de, di şertê hucreyê de jî her tişt li ser min maye. Di rastiyê de bi awayekî felsefîk rewşa min, rewşa tol girtina ji min e. Jixwe heke pirtûkeke binivisînim ez ê li ser vê binivisînim. Ew ê mijara wê bibe ev: 'Tolgirtina ji Apo'. Sûcê min çî ye? Sucê min 'vexwendina jiyana azad' e. Ji min tola 'Çima tu me ji vê jiyanê xelas dikî û vedixwînî jiyana azad' tê girtin."   'EZ JIYANA KOLETEÎ QEBÛL NAKIM'   Ocalan, destnîşan dike ku ji bo kurdan mafê jiyanê yê asgarî jî nayê nasîn û ev tişt dibêje: "Tişta ji we re tê nasîn paleyî û koletî ye. Va li Rihayê 500 hezar kes pale ne. Dema min ji bo berhevkirina pembû diçûn Çûkûrovayê. 20 saetên rojê dixebitîn; mafê tenduristiyê, perwerdeyê, ewlehiyê tune ye. Di rastiyê de mafê jiyanê tune ye. Ji te re mafê jiyanê nas nakin kî. Ez careke çûm û min êdî tobe kir. Min got, 'Ez ê vê jiyanê nejîm'. Niha jî razî me ku li vê hucreyê bijîm lê wê jiyana paleyî û koletî qebûl nakim."   MA / Ferhat Çelîk