Li Qoserê kesek hat binçavkirin 2021-06-26 10:42:04   MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîneke li Rihayê hat destpêkirin de, li Qoserê kesek hat binçavkirin. Bi vî awayî hejmara kesên hatin binçavkirin derket 2'yan.   Di çarçoveya lêpirsîneke li Rihayê hat destpêkirin de, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, polîsan duh bi şev Hamdullah Ozan binçav kirin. Hat diyarkirin ku Mahsûm Demîr ê di heman çarçoveyê de, di 25'ê Hezîranê de hatibû binçavkirin, birine Rihayê.