‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’ 2021-06-26 12:51:28 WAN - Beriya salekê di Gola Wanê de, di encama keleka noqî avê bû de 2 jê zarok 61 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Kekê Pejman Parvîzî yê ku di karesata heta niha weke berpirsiyar yek kes tenê hat girtin de, jiyana xwe ji dest da Pouria Parvîzî, wiha got: “Birayê min dixwest biçe welatekî ku ji ber fikrên xwe zilm lê neyê kirin, lê ev jî bû sedema mirina wî.”   Di 27’ê Hezîrana 2020’an de, li Gola Wanê di encama keleka noqî avê bû de, 2 jê zarok 61 penaber di avê de fetisîn. Wê şevê saet di 22.00’an de ji bo Sedat û Medenî Akbaş ên xizmên hev bûn ku bi keleka xwe, xwe berdan golê îxbar hatibû kirin. Medenî Akbaş ê ji keleka noqî avê bû, bi avjêniyê xwe xelas kir, di 28’ê hezîranê saet 23.00’an de, nêzî Taxa Çîtoren a navçeya Tûşbayê hat dîtin û teslîmî cendermeyan hat kirin.    Di çarçoveya agahiyên ku Medenî Akbaş dan de, li herêma ku kelek noqî avê bû, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Encax piştî 11 rojan hat tespîtkirin ku kelek kîlometreyekê dûrî Girava Çarpanak noqî avê bûye. Cihê keştiya ku 107 metre di binê golê de mayî, piştî bi cihazên ROV cihê wê hat tespîtkirin, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û cenazeyên 61 penaberan bi rêbaza çingalkirinê hatin derxistin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de 6 kes hatin girtin. Piştî 145 rojan, derbarê 12 bersûcan de bi sûcên “kaçaxçîtiya penaberan” û “bi zanebûn bûye sedemê mirina gelek kesan” îdianame hat amadekirin. Piştî ku 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdianameya ji 43 rûpelan pêk tê qebûl kir, derbarê 12 kesan de bi daxwaza 38 sal 6 meh cezayê hefsê doza cemaweriyê hat vekirin. Di danişîna duyemîn a dozê de, ji 6 bersûcên girtî 5 jê hatin berdan. Bersûcê ku girtî jî xwediyê kelekê Medenî Akbaş e.   Kesekî ku di karesata kelekê de jiyana xwe ji dest da, Pejman Parvîzî yê 19 salî bû. Cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin û piştî 3 mehan malbata wî ji Îranê hatibû û bi rêya bejahiyê cenazeyê kurê xwe biribû Îranê û li bajarê Şîrazê veşartibû. Em bi keke Parvîzî, Pouria Parvîzî re, ser bûyera qewimî û rewşa birayê wî axivîn.   Parvîzî, diyar kir ku gelek mirov ji ber sedemên siyasî û civakî ji Îranê direvin û anî ziman ku ji ber şerên diqewimin ji bilî çûyîna mirovan a welatên din, çare tune ye. Li gorî Parvîzî, ji ber azadiya raman tune ye, cihekariya civakî û binpêkirinên mafên mirovan hene, mirov ji Îranê derdikevin.    ‘JIYANEKE KU ZILM LÊ NEYÊ KIRIN DIXWEST’   Parvîzî, da zanîn ku birayê wî Pejman jî, ji ber van sedeman bû penaber û wiha got: “Birayê min dixwest biçe welatekî ku ji ber fikrên xwe zilm lê neyê kirin, lê ev jî bû sedema mirina wî. Gelek girêdayî malbata xwe bû, lê ji bo xeyalên xwe pêk bîne rêya duyemîn hilbijart. Ji ber vê yekê biryarda ku bi rêyên derveyî qanûnê koç bike. Ji bo derkeve derveyî welat 8 hezar Euro dan îraniyekî. Ewilî çû bajarê ser sînor Xoyê. Ji wir jî şev bi peyatî sînor derbas kir û teslîmî qaçaxçiyên mirovan ên aliyê Tirkiyeyê hat kirin.” Parvîzî, bi bîr  xist ku birayê wî di telefonê de qala muameleya nebaş a qaçaxçiyên mirovan kiribû û diyarkiribû ku gelek caran heqaret li wî û penaberên li cem wî  hatiye kirin û tiştên wan ên bi nirx hatine dizîn.   ‘BI FIKAR BÛ KU LI KELEKÊ SIWAR BIBE’   Parvîzî, bi lêv kir ku birayê wî û penaberên din serê sibê heta êvarî nêzî sînorê Tirkiyeyê birçî û tî hatibûn hiştin û wiha rêz kir: “Pejman pişt re gotibû ku ew bi mînîbusê girtine û danîne xaniyên derdora Wanê yên xerabe. Pejman wê şevê ji min re peyam şand. Pir bi fikar bû. Got ‘wê me bi kelekê bibin.’ Hêj jî nizanim çima li kelekê siwar kirin. Ji ber ku rêya behrê perçeyekî plana wan nebû wê bi rêya bejahiyê de biçin. Divê xwediyê kelekê Medenî Akbaş vê vebêje. Çima, bi fermana kê kir?”   DI PEYAMA XWE YA DAWÎ DE XATIR XWEST    Parvîzî, anî ziman ku birayê wî di peyama xwe ya dawî de xatir ji wî xwestiye û wiha berdewam kir: "Me pişt re tu agahî me jê negirt. Dûre min ji kaçaxçî pirsî. Piştî 3 rojan kaçaxçiyekî îranî di hesabên xwe yên medya sanal de parvekiribû ku di Gola Wanê de kelekek noqî avê bûye. Îhtîmala ku birayê min di wê kelekê de be, bi min re zêde bû.”   ‘BI CILAN HAT VEŞARTIN’   Parvîzî, xwest ku li ser vê yekê were Tirkiyeyê, lê ji ber pandemiyê nikarî were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm Wezareta Karên Derve ya Îranê û min alîkarî xwest. Bi Sefîrê Îranê yê li Erziromê re ketin têkiliyê. Her tim serlêdana min ya ji bo çûyîna Tirkiyeyê taloq dikirin. Ji bo me 3 meh bûn weke 30 salan. Ez her roj çûm Wezaretê û wêneyên ku ji Tirkiyeyê şandin min tespît kirin. Cenaze di rewşeke gelek xerab de bûn. Di nava 30 wêneyên ku nîşanî min dan de, birayê min tune bû. Me hêvî kir ku birayê min bijî. Dûre testa DNA’yê min şand Tirkiyeyê. Piştî 3 mehan sînor hat vekirin, ez û bavê xwe hatin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Ji ber birayê min 12 rojan ser avê mabû rûyê wî perçe bibû û nedihat nasîn. Me birayê min ji deqa wî nas kir. Ji me re gotin li gorî esasên îslamî birayê min hatiye veşartin lê ev dereweke mezin bû. Dema me ji gorê derxist me dît ku bi cilan ve hatiye veşartin. Ev ji bo me rewşeke pir zor bû.”   BAWERIYA WÎ BI  DARIZANDINÊ NÎNE   Parvîzî, diyar kir ku baweriya wî bi darizandinê nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne derxistina kelekê kêmasiyeke mezin e. Bazirganiya mirovan bi awayekî birêxistinkirî tê kirin û têkiliyên wan ên pir berfireh hene. Lê îro kî di girtîgehê de ye? Tenê keseke, ew jî Medenî Akbaş. Min bi xwe bi polîsên tirk re hevkarî kir. Min navên hin kesan dan. Navnîşan û nimreya telefonê ya hin kesan min dan wan, lê niha di girtîgehê de tenê kesek heye. Ez ê pêvajoya darizandinê bi awayekî cidî bişopînim. Ji ber ewqas bi êş bû ku nahêlim ku tu malbat vê yekê bijîn.”   MA / Dîndar Karataş