Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan 2021-06-26 13:39:39   RIHA - Parêzerên dozê, diyar kirin ku ji 17 kesên li Xelfetê dibin çavan de, hatin îşkencekirin, 50 sal cezayê girtîgehê li 14 kesan birîn ne hiqûqiye û gotin: “Di dosyayê de, tekane delîla hat pêşkêşkirin, îfadeyên dibin îşkenceyê de hatin girtinbûn. Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bi dawî bibe, biryar dan.”    Li gundê Derto yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulana 2019'an polîs û HPG'iyan şer kiribûn. Piştî şer polîsan gelek kes binçavkiribûn û ji van kesan 8 jê girtî û derbarê 17 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Di danişîna 25’ê Hezîranê hat dîtin de, 50 sal cezayê girtîgehê li 14 kesan hat birîn.   Polîsan kesên bin çav kirin, li baxçeyê Qereqola Eskerî ya Yalakê ser dev bi erdê re dirêj kiribûn û destên wan paşve kelepçe kiribûn. Piştî wêneyên îşkenceyê derketin holê, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dest bi lêpirsînê kiribû. Berî ku lêpirsîna îşkenceyê temam bibe, 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê derbarê 14 kesan de bi giştî 50 sal cezayê girtîgehê birî.    LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Parêzer Meral Halat a ku dosyeya lêpîrsîna îşkenceyê dişopîne, diyar kir ku berî biencambûna lêpirsînê, di dozê de biryar dayîn li dijî hiqûqê ye. Halat, anî ziman ku ev biryar li gorî îfadeyên di bin îşkenceyê de hatin girtin û delîlên neqanûnî hatiye dayîn û wiha axivî: “Me têkildarî îşkenceya bersûcan gilî kiribû. Diviya bû şandeya dadgehê, li benda encama lêpirsînê bi sekiniya. Di dosyayê de, îdîayên îşkenceyê yên cîdî hatine. Raporên tipa edlî yên di dosyeya lêpirsînê de cih digirin, bi tena serê xwe giraniya îşkenceyê datîne holê. Kesên îşkence li wan hatin kirin, hîna jî pirsgirêkên derûniyê dijîn. Ceza li van kesan birîn mirov dixe nava fikaran.”   'HEWL DIDIN BIGIRIN’   Halat, dest nîşan kir ku divê biryara hatiye dayîn bê betalkirin û biryara beraetê ji bovan kesan bê dayîn û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.”   ‘EM Ê BIRYARÊ ÎTÎRAZ BIKIN’^   Ji parêzerên dosyeya dozê Farûk Bedlek jî, da zanîn ku muwekîlên wan dibin îşkence û zextan de, bi zorê îfade dane û wiha axivî: “Me ev rewş hem li dadgeha lêpirsînê, hem jî di dadgehê de anî ziman. Me her tim xwest ku îşkenceya li muwekîlên me hatiye kirin, derbixin holê. Ji bo temamkirina dozê, diviya bûn li benda lêpirsîna îşkenceyê bimînin. Di her danişînê de, me ev yek daxwaz kir. Lê ligel vê jî daxwazên me hatin redkirin. Gelo ev îşkence çima evqas ji bo doza darizandinê girînge? Ji ber ku muwekîlên me dibin îşkenceyê de îfade dane û ev jî weke delîl pêşkêşî dadgehê hatine kirin. Nabe ku ji b ovan delîlên ku bi rê û rêbazên nehiqûqî hatine girtin û pêşkêş kirin ceza bê dayîn. Di îdîanameyê de, sûcdariyên pir cîdî hene. Lê derbarê muwekîlên me de, tu delîlên şênber tuneye. Ji bo vê, diviya bû derbarê wan de biryara beraetê bê dayîn. Ji bo ku hiqûq bê bicihanîn, emê biryarê îtîraz bikin.”    MA / Bariş Polat