Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda 2021-06-26 13:47:20 AMED - Rêxistinên sivîl ku li dijî îşkenceyê daxuyaniyeke hevpar dan û derbarê bidawîbûna pêkanînên îşkenceyê ku bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda daxwazên xwe anîn ziman.    Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, ji bo 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine û Dijî Îşkenceyê Têdikoşin daxuyaniyeke hevpar dan. Parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniya ku li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê hat dayîn bûn. Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran nivîsara ku li ser navê rêxistinên sivîl hatibû amadekirin xwend.    İŞKENCE PÊKANÎNEKE DEWLETÊ YA SÎSTEMATÎK E   Tûran, diyar kir ku li Tirkiyeyê tevahiya komarê îşkence weke pêkanîneke dewletê ya sîstematîk hatiye berdewamkirin û îşkenceya ku di çalakiyan de ji aliyê leşker û polisan ve li welatiyan tê kirin derketiye astên cuda û wiha got: "Ev jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê  pêk tê. polis û leşker tundiyê li kesên ku mafên xwe yên demokratîk ê çalakiyê bi kar tînin dikin. Li Tirkiyeyê bi Kovîd-19'ê re girtîgeh di hêla îşkenceyê de bûne cihên herî bixeter."   DAXWAZ    Di berdewamê de Tûran, rawestandin û pêşîgirtina li îşkenceyê berpirsyariya dewletê ye û got ku wê têkoşîna xwe ya li dijî îşkenceyê bidomîminin û daxwazên wan ên ji bo vê yekê wiha rêz kir: "   “* Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê ku bûne weke şert bê.    * Divê rayedarên di her astê de terka gotinên xwe yên ku peznê îşkenceyê û îşkencekar didin bikin, li gorî pêşniyarên saziyên navneteweyî pêkanînên îşkenceyê şermezar bikin.    * Divê di şertên binçavkirinê de ewlehiya usûlê bêkêmasî pêk bên.    * Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin.    * Divê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê bê rakirin û li gorî Peymana Têkoşîna Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Şertên Parîsê saziyeke neteweyî bê avakirin.     * Divê raporkirin û belgekirina îşkenceyê li "Protokola Stenbolê" ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye bê kirin.