TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist 2021-06-26 13:56:20   NAVENDA NÛÇEYAN - TGC'ê, xebatkarê Haberturk'ê Veyîs Ateş ku têkiliyên wî yên bi karsaz Sezgîn Baran Korkmaz ê bi fihilkirina pereyan tê sûcdarkirin re derket ji endamtiya xwe derxist.    Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), lêpirsîna xwe ya dîsîplînê ya derbarê xebatkarê Haberturk'ê Veyîs Ateş de ku têkiliyên wî yên bi karsaz Sezgîn Baran Korkmaz ê bi fihilkirina pereyan tê sûcdarkirin re derketibûn holê bi dawî kir. TGC, ji ber ku parastin ji wan re neşand bi yekdengî Ateş ji endamtiya xwe derxist.