Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne 2021-06-26 17:02:37 ÇEWLÎG - Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê, şewata rû da, di roja duyemîn de nehat vemirandin. Ji ber ku mudaxileya şewatê kêm tê kirin, dûman navenda bajêr dorpêç kiriye.    Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê, di 25’ê Hezîranê de, saet derdora 13.00’an, şewat derket û li gundên Guzeldere, Derebag, Çamliyûrt û Sagokpinar belav bû. Piştî ku ekîbên agirkuj û daristanê ji bo şewatê hatin agahdarkirin, mudaxileyên şewatê kirin. Welatiyan, diyar kirin ku mudaxileyek kêm tên kirin û şewat 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê, belav dibe. Welatiyan, dan zanîn ku heya niha beşek mezin a daristanê şewîtiye û dûman navenda bajêr dorpêç kiriye.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, wesayîtên agirkuj nikarin bikevin qada şewat lê derketiye, lê ji hewa ve dikarin mudaxileyî şewatê bikin. Welatiyan, dan zanîn ku ger ji hewa ve mudaxile neyê kirin, ne pêkane ku şewat bê vemirandin.    Hat diyarkirin ku ger şewat neyê vemirandin, gundê Guzeldere wê bikeve bin xeteriyek mezin.