Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe 2021-06-27 08:30:46   ÇEWLÎG - Baroya Çewîgê, derbarê şewata li navçeya Dara Hênî de, daxuyanî da û got: Bi şewatan herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe.”    Komîsyona Derdorê ya Baroya Çewlîgê, derbarê şewata duh li navçeya Dara Hênî rû da û ji ber ku nehat vemirandin li gundên derdorê belav bû de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîsyona Baroyê, diyar ki rku şewat ji bo hemû zindayan rîskek mezine û got: “Şewatên daristanan veguherîne karesatên mezin. Daristan ne yên rojhilat ne jî yên rojava ne. Daristan aîdê hemû zindiyên ku li wir dijîn û piştre jî ya hemû zindiyên li ser rûyê erdê ne. Lê îro bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe. Kesên ku xema zindîbûnê naxwin û tenê siyaseta hebûna xwe didomînin, bila bizanibin ku pirsgirêka rastîn a zindî hilweşandina qadên jiyan û kesk ên me ne. Ji hebûna desthilatdariyê girîngtir hebûna xwezayê ye. Ji ber vê, ji bo ku ev karesat û bobelat zûtirîn bi dawî bibe, divê hikûmet, nemaze rêveberiyên herêmî, gavên ji dil û bi bandor bavêjin.”