Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin! 2021-06-27 09:01:11 ENQERE - Gel, diyar kir ku li taxên Tûzlûçayir, Mûtlû û Turkozu yên Mamakê tiryak bi awayekî aşkere tê firotin. Gel, derpêş kir ku gava gilî dikin polîs pêl sîrenê dikin û tên û xwe li nedîtinê datînin.    Li taxên Tûzlûçayir, Mûtlû û Turkozu yên navçeya Mamak a Enqereyê tiryak bi awayekî aşkere tê firotin. Çend roj berê şêniyên taxê li dijî vê meşek li dar xistin.    DI SALA 2015'AN DE DEST PÊ KIR    Şêniyê Taxa Turkozuyê H.G. ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku li nav erdên beyar ên taxa wan tiryak yê bikaranîn. H.G., bilêv kir ku her roj dibe şahid û got: "Piştî 2014-2015'an li vir bikaranîna tiryakê dest pê kir û her diçe zêde dibe. Mirov di hundirê wesayîtên xwe de rûdinên û di nav 15-20 deqeyan de tiryakê tînin vir."    ‘POLÎS PÊL SÎRENÊ DIKE Û TÊ'    H.G., diyar kir ku şêniyên taxê heya niha ji sed carî bêtir gilî kirine û got: "Polîs çi dikin? Pêl sîrenê dikin û tên. Gava dengê sîrenê tê ew jî xwe vedişêrin. Ji dêvla wesayîtên wan kontrol bikin, tenê li nasnameyên wan dinerin. Hele wesayîtan jî kontrol bikin bê dê çi jê derkeve. Ez baş bi helwesta polîsan dizanim. Heger tu yê karê xwe bikî baş bike. Em telefonî polîsan dikin, lê ancax saetek bi şûn de tên. Ma piştî saetekê ê çi bikin! Jixwe wê çaxê karê xwe hel dikin û heya polîs tên diçin. Tew car heye nayên jî."    ‘MALA MIN GULEBARAN KIRIN'    H.G., diyar kir ku hema bibêje her roj şêniyên taxê û tiryakfiroş pev dikevin û got: "Em ji wan re dibêjin 'biçin ji vir.' Rojekê serê sibehê saet di 5'an de mala min gulebaran kirin. Çend roj berê biraziyê min kêr kirin. Ê min jî lewye avêti min, heger min xwe xwar nekira ez ê bimirama."    'QEY HAYA DEWLETÊ JÊ TUNE YE?'    E.K. ku li heman taxê dimîne jî anî ziman ku li ber mala wan û li parkê tiryak tê bikaranîn û got: "Me gelek caran gilî kir. Polîs jî dizanin. POlîs gava tên pêl sîrenên xwe dikin tên û cardin diçin. Dewleta ku bi her tiştî dizane, qey haya wê ji çeteya tiryakê ya li nav Enqereyê tune ye?"    E.K. got: "Ji tirsa em nikarin bi rihetî biaxivin. Ên tên vir û vedxwin, her roj bi çekan şer dikin. Kêr bi wan re hene. Gava dibistan hebe, nêvro gelek xwendekar diçin wir tiryakê dikirin û dikişînin. Ji bo vê gelek caran çûm Qereqola Akdere ya Mamakê û min îfade da. Lê tiştek jê derneket."    'BI ZANEBÛNÎ TÊ FIROTIN'   Endamê Meclîsa Taxa Mûtlûyê Anil Aktaş jî destnîşan kir ku şêniyên taxê kurd, elewî û sosyalîst in û taxa wan hedef hatiye girtin û bi zanebûnî tiryak tê firotin. Aktaş, anî ziman ku divê ji bo pêşîlêgirtina vê tiştin bên kirin û got: "Têkoşîna li dijî tiryakê, di heman demê de têkoşîna ji bo jiyaneke mirovane, demokratîk û azad e jî."    Aktaş, bilêv kir ku hin kes van çeteyan dişînin taxa wan û got: "Ev şebeke li holê ye. Ji bo rûxandina vê şebekeyê û vê îqtidarê çi ji destê me bê em ê bikin."    POLÎS TIŞTEKÎ NAKIN    Aktaş, diyar kir ku beriya polîsan Meclîsa Taxaê tê tê taxê û got: "Mirov telefonî me dikin û dibêjin, 'li vir tiryak tê firotin, 'mirovên çekdar hene.' Di demên dawî de pir zêde bûne. Gava dibe êvar, li jora taxê gelek tiryakfiroş hene û çek di ber wan de ne. Ji zû de ye mudaxileyî vê nayê kirin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje li dijî tiryakê têdikoşin, lê ji bo herêma tu beramberiyeke vê gotinê tune ye. Ji lew re polîs tiryakfiroş zevt dikin, mehek şûn de tên berdan û cardin diçe difiroşe."    TÊKOŞÎN    Endamê Meclîs aTaxê Cem Yilmaz jî anî ziman ku bûne hedefa tiryakfiroşan û ji ber vê ew jî xwe diparêin. Yilmaz got: "Çend caran êrîş anîn ser me, lê me tevî gel ev êrîş têk birin. Heger em bibin yek û bi hev re tevbigerin, em ê karibin vana ji taxên xwe derxînin. Em baş dizanin dewlet li pişta wan e. Lê heger em û gel tev de tevbigerin, em ê ji heq vê derkevin."    MA / Hakan Yalçin - Ceylan Şahînlî