Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan 2021-06-27 09:04:52 WAN - Penaberên li gel hemû xetereyan sînor derbas dikin û di qaseyên qamyonan de tên Wanê, bi rojan di axuran û di nav çopan de tî û birçî tên sekinandin.    Sînorê Wan-Îranê bûye guzergeha penaberan. Ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê hema bibêje her roj bi sedan penaber tên Wanê. Çendî ku li seranserê sînorê Îran û Tirkiyeyê gelek qereqol, qaleqol û noqteyên çavdêriyê hene jî, her roj ev qas penaber tên Wanê.    HÊVÎ   Çendî ku Wan ji bo penaberan wekî bajarê transît bê dîtin jî, derbasbûyîn ew qasî ne hêsan e. Penaberên ku bi hêviya berê xwe bidin Ewropayê terka welatê xwe din, li ser sînoran bi zor û zehmetiyên pir mezi re rû bi rû dimînin. Penaberên ji Afxanîstan, Pakîstan û welatên din tên Îranê, ji wir jî berê xwe didin Wanê. Ji bo ku li Wanê neyên dersînorkirin û zevtkirin, diçin navçeya Tetwan a Bedlîsê û ji wir jî berê xwe didin Stenbolê da biçin Ewropayê. Çendî ku rewş wisa bixuyê jî gava tên Wanê, car heye li bajêr di şert û mercine dijwar de dimînin. Penaberên di şert û mercên dijwar de li Wanê dimînin, li otogar, parkan an jî di xaniyên xerabe de dimînin.    RÊWÎTIYA MIRINÊ   Penaberên ku qefle bi qefle sînor derbas dikin, perekî zêde didin qaçaxçiyan. Di dema derbasbûyînê de an di Gola Wanê de difetisin an jî ji serma diqefilin an jî çi li hêla Îranê çi jî li hêla Tirkiyeyê dibin hedefa çekên eskeran û jiyana xwe ji dest didin. Penaberên ku ji serma diqefilin jî ancax piştî ku berf dihele cenazeyên wan tên dîtin.    TRAJEDÎ   Çendî ku şert û merc ev qasî zor û zehmet bin jî hema bibêje her roj bi sedan penaber di ser Qeleqlî û Çardêranê re tên Wanê. Penaberên ji hêla Îranê ber bi Tirkiyeyê ve bi qasî 5 kîlometreyan dimeşin, bi wesayîtên qaçaxçiyan tên navenda bajêr. Gava tên bajêr, di axurên xirabe de dimînin. Bi rojan di axuran de tên sekinandin û paşê qaçaxçî wan bi wesayîtan dibin bajarine din.    Ajansa Mezopotamyayê (MA), axurên ku penaber tê de dimînin, penaber di kîjan şert û emrcan de dimînin û çawa li qamyonan tên siwarkirin û diçin, hemûyan bi dîmen tomar kir.    PERGAL   Hatine penaberan, di çarçoveya pergala ku qaçaxçiyan diyar kiriye de pêk tê. Pergal bi vî awayî ye; Qaçaxçiyên li sînorê Îranê ne û yên li sînorê Tirkiyeyê, serî penaberekî bi hezar dolarî li hev dikin. Piştî lihevkirinê qaçaxçiyên li aliyê sînorê Tirkiyeyê, penaberan digirin û wan tînin dixin axurên gundên nêzî sînor. Paşê wan li wesayîtan li ser dilê hev siwar dikin û wan dibin navendê. Li navenda bajêr jî wan dixin avahiyên xerabe an jî axuran. Penaber bi rojan di van avahî û xirbeyan de tî û birçî tên sekinandin. Paşê ji bo li Wanê neyên zevtkirin, ji Wanê diçin.    Salih Azîmî ku ji Afxanîstanê hatiye Wanê û bi rojan e tî û birçî ye, anî ziman ku 10 roj in di rê de ne. Azîmî, bilêv kir ku ji ber şerê li welatê xwe reviyane û got: "Min li Îranê hezar dolar da qaçaxçiyan û ez hatim Wanê. Bi rojan e em di axuran de ne. 3 roj in tiştek bi devê min neketiye. Min ji şêniyên taxê hinek nan û av xwest. Em pere didin qaçaxçiyan, lê ew ne nan, ne av tiştekî nadin me. PIştî radihêlin perê xwe diçin. Gava polîs bên jî wan nagirin. Hin kesên em wan nas nakin û nizanin kî ne, tên me dihejmêrin û diçin. Em perîşan in. Qaçaxjî nan û avê dilê wan çawa bixwaze bi wî fiyetî difiroşin me. Aveke biçûk bi 5 lîreyan difiroşin me. Dibêjin, 'neçin marketê dê polîs we zevt bikin.' Me ditrisînin. Gava em dertên qaçaxçî li me dixin. Xebera ji me re dibêjin. Telefonên me ji me distînin."    ‘EM HIŞTIN Û ÇÛN'    Azîmî, diar kir ku qaçaxçiyan ji bo heya Tetwanê hezar dola rji wan xwestine û got: "Niha tenê 30 TL bi min re heye. Qaçaxçiyê ku min hezar dolar dayê ez hiştim û çû. Ez wî nas nakim. Îja ez ê bi vî pereyî biçim ku, ez ê çi bikim? Ez jî nizanim."    Gava me hevpeyvîn dikir, qaçaxçiyên mirovan hin penaberên din xistin hundirê axur û hina jî kesên di axuran de derdixistin ji bo wan bibin bajarine din. Ji ber vê penaberan hevpeyvîn di nêvî de hiştin û ji bo bigihîjin qamyonê baz dan. Paşê qaçaxçiyan bi dehan penaber li ser dilê hev xistin qaseya qamyonê. Berî ku qamyon penaberan bibe, çavdêran îşaretek kir û ji ber vê penaber ji qamyonê daketin û qaçaxçî jî bazdan winda bûn.    MA / Dîndar Karataş