Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin 2021-06-27 12:45:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Heval Emîr ê 15 salî yê li Hewlêrê ji aliyê tîmên dij-terorê yên girêdayî PDK'ê ve hat qetilkirin, diyar kir ku ji bo ku bûyerê aşkere nekin gef li wan hatiye xwarin û pirsa: "Gelo Weysî Barzanî çi li Heval kir?" kir.    Zarokê 15 salî Heval Emîr ê li bajarê Hewlêr a Herêma Federe ya Kurdistanê dijiya, di encama gule berdana tîmên dij-terorê yên girêdayî PDK'ê ve jiyana xwe ji dest da. Êriş di 9'ê Hezîranê de pêk hat û piştî 15 saetan agahiya kuştina Emîr ji bo malbata wî hat dayîn. Malbata Emîr a ku pirsa awayê kuştina kurê xwe kir, rastî gefa hêzên PDK'ê hat. Hêzên PDK'ê yên îdîa kirin ku Emîr li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye, heya niha tu daxuyaniyek fermî nedane. Hêzên girêdayî PDK'ê yên gotin Şêx Weysî Barzanî yê PDK'î bi bûyerê re eleqedar dibe, ji bo ku malbat bûyerê ji raya giştî re aşkere neke, tehdît kirine.     BIRÎNA KÊRÊ   Ji bo ku bûyer bê ronîkirin, dayik û birayê Emîr daxuyanî dan. Birayê Heval Emîr, Ûmêd Emîr, bi vî awayî behsa bûyerê kir: "Ji me re gotin qeyd negirin û ji çapemeniyê re nebêjin. Gotin ku Şêx Weysî Barzanî bi bûyerê re eleqedar dibe. Lê belê, min bixwe wêneyên cenazeyê birayê xwe kişandin. Min bi xwe belge kir ku bi 7 guleyan hatiye kuştin û li ser laşê wî birîneke kêrê heye. Ger ev lawik di nava müfrezeye de bû û ji bo ku nesekiniye hatiye gulebarankirin, diviyabû ji pişve bi hatiba gulebaran kirin. Lê, hemî gule ji pêş ve lê hatibûn barandin, ji paşve jî tu şopên gulayan li ser bedena wî tune bûn. Dîsa, piştî bûyerê 15 seatan, me agahdar kirin ku kurê we hatiye kuştin. Ev jî ne bi rêyên fermî, bi rêyên sivîlan ji me re gihandin.”   BI 7 GULAN KUŞTIN   Ûmêd Emîr, da zanîn ku birayê wî Emîr 15 salî bû û wiha got: “Ne wesayîta wî hebû, ne jî li ser pere hebûn. 28 gule li wesayîtê ketibûn, lê gulek bi tenê jî li kesê li kêleka wî bû neketiye. 7 gule li canê birayê min ketine.”   ‘GELO WEYSÎ BARZANÎ ÇI LI KURÊ MIN KIR?’   Dayika Heval Emîr jî, pirsa “Ma çi sûcê kurê min hebû ku kuştin’ kir û wiha got: “Wî ji min 5 hezar lîre xwestibû û min dayê. Min jêre got, lawê min bi şev zû vegere malê. Gava ku piştî nimêja êvarê nehat, min bi têlefonê lêgeriya, lê min nekarî xwe bigihînim wî. Dû re ew bi xwe li min geriya, got dayê, meraq neke, ez ê werim. Min pirsa tu li ku yî jê kir, ji nişkê ve li ser têlefonê dengek derket û telefon hat girtin. Dû re min bi dehan car lê geriya, lê kesî bersiv neda. Dotirîna rojê di demjimêr 3’yan de piştî nîvro, du kesên sivîl hatin. Gotin kurê te hatiye kuştin. Wa got, ew nizanin çi qewimiye. Di cih de ez çûm navendê. Li wê derê gotin, ferman ji Weysî Barzanî heye, ew naxwaze ku hûn tu çapemeniyê bînin vir. Li ser vê yêkê min pirsên çi li kurê min hat? Weysî Barzanî çi li kurê min? kirin.”