Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî 2021-06-27 16:28:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya KNK’ê, li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî hat lidarxistin. Siyasetmedar û rewşênbîrên di komxebatê de civiyan, wê li dijî operasyona derveyî sînor, helwesta xwe diyar bikin.    Li ser banga Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK), li paytexta Belçîka Brukselê, komxebata yekîtiya neteweyî hat lidarxistin. Gelek Kurdên rewşenbîr, siyasetmedar, hûnermend û rojnameger ên di komxebatê de li hev civiyan, wê li dijî operasyona derveyî sînor a li Herêma Federe ya Kurdistanê û şerê ku tê xwestin di navbera Kurdan bê pêşxistin de, helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.    Di komxebata li çapemeniyê girtî hat destpêkirin de, wê li dijî hemû êrişan nexşerêyek bê destnîşan kirin.