Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin 2021-06-27 17:06:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Elmanyayê endamekî Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) yê ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriya, li balafirgeha Franfkurtê binçav kirin.   Li gorî nûçeya serwîsa Elmanî ya ANF’ê endamên Delegasyona Aştî û Azadiyê ya Kurdistanê - Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) li balefirgeha Frankfûrtê ya Elmanya ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Hate ragihandin polîsan 8 endamên heyetê tacîz kirin, li nasnameya wan kontrol kiriye û bi awayekî kêfî miameleyeke xerab li wan kirine.    Di dîmen û wêneyan de xuya dibe endamên şandeyê bi darê zorê dibin ber dîwar, wan diavêjin erdê û endaman kelepçe dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs gelekî agresîf tevdigerin.   Roja Çarşemê jî komeke ji şeş kesan pêk tê ya ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya Frankfûrtê çend saetan hatibûn binçavkirin.    ŞANDE HATIBÛ ASTENGKIRIN    Ji gelek bajar û welatên dinyayê nêzî 150 kesan xwestibûn ji bo sekinandina êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bisekinînin û ji bo xurtkirin diyaloga di navbera hêzên kurdî de biçin Hewlêrê.   Li balefirgehên Elmanyayê destûr nehatibû dayîn ku ev kes biçin Hewlêrê û 50 kes jî piştî çûbûn Hewlêrê hatibûn dersînorkirin. Ji nav yên mabûn jî PDK’ê zext li 70 kesan kiribû. Heyetê di serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ava kiribû.