Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir 2021-06-28 11:25:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî re şand û xwest ku biryara vegera deh hezar DAÎŞ’î û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, bê wergirtin.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê ku wê li paytexta Îtalya Romayê were lidarxistin re, şand.Naveroka peyama ku Mezlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiribû wiha ye: “Koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞ`ê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞ`ê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Em bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundrew bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin da ku sedemên bingehîn ên tundrew werin çarserkirin.”