Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand 2021-06-28 13:26:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Qaymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz, diyar kir ku tu daxuyaniyeke wî ya derbarê nûçeya Rûdawê ya bi sernavê "Di navbera gundî û PKK'iyan de şer derket" de tune ye û got ku angaştên ku bac ji niştecihên herêmê tê girtin jî ji rastiyê dûr in.    Televîzyona Rûdawê ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike, di 24'ê hezîranê de nûçeyeke bi sernavê "Di navbera gundî û PKK'iyan de şer derket" weşandibû û angaşt kiribû ku gundiyek birîndar bûye. Rûdawê, di nûçeya xwe de ragihandibû ku bi Qaymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz re hevdîtin kirine û agaşt kiribû ku Bayîz ev agahî daye wan: "Îro beriya nîvro li gundê Şênê yê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di navbera gundî û PKK'iyan de şer derketiye. Di şer de gundiyek birîndar bûye. Nizanim şer ji ber çi derketiye." Berpirsê Şaxa 11'emîn a PDK'ê ya Raperînê Hîwa Geylanî jî derbarê bûyerê de av agahî dabûn: "Ji ber xwestine bacê ya PKK'iyan di wan wan û gundiyan de şer derket. Di şerde Feqî Hemed Îsmîl û PKK'iyek birîndar bûne."   JI QAYMEQAM DAXUYANIYA DEREWANDINÊ   Qaymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz ku navê wî di nûçeya Rûdawê de derbas dibe, têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û angaştên Rûdawê derewand. Bayîz, angaşta ku "PKK ji niştecihên herêmê bac digire" derewand û ev tişt gotin: "Min der barê vê de tu daxuyanî nedaye. Hin nûçeyên ku li ser navê Qaymeqamiya Qeladizê di hin malperan de hatin weşandin ne rast in. Me ji tu qenalê re daxuyanî neda ye. Em PKK'ê weke hêzeke şoreşger dibînin. Em van nûçeyan hemuyan red dikin."