Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin 2021-06-28 15:51:06 STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, diyar kirin ku wê li dijî doza girtina partiya xwe têkoşîna hiqûqê bidin û ev tişt gotin: Divê parastina ku em bikin, li Tirkiyeyê bibe yek ji belgenameya bingehîn a têkoşîna demokrasiyê ya bi rêya hiqûqê. Wê belgenameyê em ê bi hev re amade bikin û qeydî dîrokê bikin." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê doza girtinê ya li dijî xwe li oteleke teqsîma Stenbolê bi hiqûqnasan re civîn li dar xist. Civîn ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê ve hat sazkirin, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ODH), Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, parêzerên siyasetmedarên ku di çarçoveya Doza Kobanê de tên darizandin û gelek hiqûqnas tevlî civînê bûn. Alîkara Serokê Giştî yê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Parêzer Reyhan Yalçindag, Parêzer Tûrgût Kazan û hin parêzer jî bi awayekî online tevlî civînê bûn.    'BI HEV RE EM DIKARIN ÇI BIKIN?'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, axaftina vekirinê kir û piştî ku qala girîngiya civînê kir ev tişt anîn ziman: "Em di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Êrişên li dijî HDP'ê bi doza girtinê re bi awayekî lez û bez didomin. Di vê doza dîrokî de pêşniyar û nirxandinên we hevalên me yên hiqûqnas ji bo me girîng e. Ev pirsgirêke ku berê gelek caran hatiye serê me ye. Me van pêvajoyan gelek caran derbas kiriye. Dixwazim bibêjim ku girtina partiyan di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbên giran in. Wê feydaya doz girtinê ji demokrasiya Tirkiyeyê re tunebe. Ev dozeke siyasî ye lê em dizanin ku di hêla hiqûqî de gelek tişt dikarin bên kirin. Em ê ji bo ev partî neyê girtin dikarin bi hev re çi bikin nîqaş bikin."   DOZ LI HDPÊ NEHATIYE VEKIRIN!   Piştî Bûldan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî axaftinek kir. Sancar, diyar kir ku bi dozeke siyasî re rû bi rû ne û wiha got: "Hemû perasyonên ku li dijî HDP'ê tên meşandin ne hiqûqî ne. Ev bi dehan caran di hiqûqa navneteweyî de jî derbasî qeydan bûye. Kampanya ku beriya vekirina doza girtinê dihat meşandin di mêjiyê me hemûyan de ye. Tenê kampanyayeke siyasî nemeşandin. Gefê li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwarin û bi zimanê şantajê li dijî civakê polîtîka kirin. Ne pêkaneke ku sûcdariyên tundiyê û dabeşkirinê li HDP'ê bên kirin. Rewşeke wiha ne mijara gotinê ye. Ne pêkane ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind  delîl bibîne. Hincet û delîlên ku çêkirine jî divê tu kesî qanih nekin. Ev doz tenê li HDP'ê nehatiye vekirin. Ev doz li hêviya aştî û azadiyê hatiye vekirin. Em dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasiyê re bimeşînin. Armanca civîna me jî ev e."   'DOZGERÊ DOZÊ AKP YE'   Sancar, da zanîn ku hevdîtinanirxandina doza girtina partiya xwe destpêkê li Dersimê pêk anîne û ev tişt gotin: "Ji çar aliyên Tirkiyeyê elewî hatibûn civînê. Me bi wan re pêvajoya dozê nîqaş kir. Em dixwazin êrişên ku ji derdora HDP'ê ber bi demokrasiyê tên kirin pêşwazî bikin û bidefînin. Em di wê baweriyê de ne ku hêza me têra vê dike. Dozgerê rasteqîn ê vê dozê desthilat e. Parêzerên vê dozê jî gel bi xwe ye. Tişta herî girîng ku vê dozê vala derbixe têkoşîna civakî ye. Em bibiryar in ku têkoşîna hiqûqî bi awayekî bihêz bi rê ve bibin.  Tev bi hev re em dikarin vê dozê vala derbixin. Lewre parastina ku em bikin wê li Tirkiyeyê bibe yek ji belgenameya bingehîn a têkoşîna demokrsiyê ya bi rêya hiqûqê. Wê belgenameyê em ê bi hev re amade bikin û qeydî dîrokê bikin."   REXNEYA SEROKÊ AYM   Di berdewama axaftina xwe de Sancar, rexneyên Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan ku di panelekê de kiribûn bi bîr xist û têkildarî mijarê ev nirxan din kir: "Gotinên gelek rast gotiye, em jî tevlî van gotinan dibin. Lê mixabin dema ku lêkolîna doznameya duyemîn a girtina partiya me hatiye kirin, Dadgeha Destûra Bingehîn girêdayî vê nemaye. Em hêvî dikin ku dema ku biryara xwe ya dawîn bidin girêdayî van nêrinan bimînin.  Belim wan bitirsînin û ji bo tepisandina wan kampanya bimeşînin. Ez baweriya xwe ya ku dadgerên xwedî wijdan li Dadgeha Destûra Bingehîn hene diparêzim. Tişta ku wêrekî bide wan jî têkoşîna demokrasiyê ya bihêz e. Ev hedîtin ji bo pêkanîna van armancan hatiye lidarxistin."   Piştî axaftina hevserokên giştî civînê ji çapameniyê re girtî berdewam kir.