TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir 2021-06-28 16:40:29   ÎZMÎR - Jinên TJA’yî serdana HDP’a Îzmîrê ku êriş lê hatibû kirin û malbata Denîz Poyraz a lê hatibû qetilkirin, kirin û ev peyam dan: “Em ê civaka ku Denîz xeyal dikir ava bikin.”   Jinên endamê Tevgera Jinên Azad (TJA), serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ku êrîş lê hatibû kirin û malbata endama partiyê Denîz Poyraz a hatibû qetilkirin, kirin. Şandeya TJA’yê ku Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî di nav de ewilî serdana avahiya partiyê kir. Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka HDP’a Bajar Besriye Tekgur û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê şande pêşwazî kirin.    DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Di serdanê de ewilî Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt axivî û êriş şermezar kir. Kurt, soz da ku wê têkoşîna Poyraz bidomînin û wiha got: “Careke din em destê aştiyê dirêj dikin. Êdî bes e bila ev xwîn bisekine.”   Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî diyar kir ku dizanin kujer kî ne kî li pişt wan e û wiha got: “Jin ji aliyê hişmendiya faşist ve tên qetilkirin. Qetilkirina Poyraz ne tesaduf e. Dilê hevala me ya Denîz ji bo azadiyê lê dida. Em ê hesaba komkujiyê bipirsin.” Ûca, da zanîn ku piştî êrişê derbarê partiya wan de doza girtinê hat vekirin û wiha axivî: “Ev ne tesaduf e. Wê tu car nikarin vîna jina kurd bişikînin. Qasî ku êriş zêde bibin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   XEYALA DENÎZÊ   Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay jî wiha got: “Heke hemû jinên li Tirkiyeyê li dor têkoşîneke hevpar bibin yek em dikarin jiyaneke ku Denîz nemirin ava bikin.” Kemalbay, bi lêv kir ku têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di têkoşîna jinan de xwedî cihekî gelek girîng e û wiha axivî: “Dayikên me ligel ku mirovên xwe winda dikin jî hêj dibên ‘aştî’. Dayika Fehîme jî li dijî qetilkirina Denîzê got ‘bila şehadeta Denîzê bibe wesileya aştiyê’. Em li dijî vê hişmendiya mîlîtarîst a zilam xwedî vîneke avakirina jiyaneke nû ne. Yên ku pêşengtiya vê yekê bikin jî em jin in. Em ê civaka ku Denîzê xeyal dikir ava bikin. Em ê ji bo vê têbikoşin.”   POYRAZ BÛ DAYIKA AŞTIYÊ   Şandeyê, piştî ku qûrnefîl danîn cihê Poyraz hat qetilkirin, serdana mala malbatê ya li Kadîfekaleyê kir. Dayik Fehîme Poyraz Bav Abdûlah Poyraz û ferdên malbatê şande pêşwazî kir. Şandeyê diyar kir ku bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku di nav şandeyê de cih girtin, Fehîme Poyraza kulîlk danê weke endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê îlan kir.