Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e 2021-06-29 09:10:12 STENBOL - Di ser mirina Orhan Dogan re 14 sal derbas bûn. Hevalên wî ji bo wî gotin, windahiyeke mezin e ji bo aştîya Tirkîyeyê.  Di ser mirina sîyasetmedar Orhan Dogan re 14 sal derbas bûn. Dogan ku heya kêlîya dawî jî ji bo aştîyê têkoşîya û ji bo vê bi salan di girtîgehê de ma, di 27'ê Hezîrana 2007'an de li Bazîda Agiriyê di dema Mîhrîcana Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî de qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû.    Hevalên Dogan, di salvegera koça wî de behsa wî û têkoşîna wî ya ji bo aştiyê kirin.    WINDAHIYEK MEZIN JI BO AŞTIYÊ    Gulten Kaya, anî ziman ku di dîroka kurdî de gelek kesayetên dilmezin hene ku temenê xwe di rêya aştiyê de derbas kirine. Kaya got: "Û hn kesayet hene, gava tu wan bi peyvên herî xweşik jî bînî bizman, dîsa qîm nake. Yek ji van kesan jî dostê min Orhan Dogan e. Gava mirov navê wî bilêv dike, tiştên herî xweşik tên bîra mirov. Ez wî tim bi aştî, edalet, heqniyek, bawerî, biryardarî û gelek têgihên bi vî rengî bibîr tînim. Orhan Dogan, windahiyek mezin e ji bo aştiya Tirkiyeyê. Navê xwe bi têkoşîna ji bo aştiyê li dilê me nivîsî. Gava ew çû, hesta êşbariyê û neheqiyê tevde li min peyda bûn. Ew, yek ji parêzvanên herî mezin ê aştiyê bû. Kulîlka wî tim li ber saqoyê wî bû. Kesên ew kulîlk hilgirtin, dê tu carî nehêlin biçilmise. Em di sala 2021ê de ne li ber serê wî bûn, lê ew dê her tim li ber dilê me be! Bi hisret wî bibîr tînim..."    ÇAV LÊ DIGERIN    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku Orhan Dogan ji bo aştî çêbibe, heya sax bû têkoşiya. Tahmaz, anî ziman ku di hemû kêliyên ku tahde û berberîbûn zêde dibe de, hemû çav li Orhan Dogan digerin. Tahmaz got: "Orhan Dogan, kesekî dilnizm, xwedî biryar û israrker bû. Gava tiştek têketa serê wî, wisa zûzû dev jê bernedida. Bi her kesî re diaxivî. Bi qasî tê bîra min, cara ewil wî di televîzyonê de bi Alparslan Turkeş re nîqaş kir, ne bi sifetê rojnamevaniyê, bi sifetê muxatabiyê. Ev, ne meseleyeke rihet e. Li ber çapemeniyê drbarê pirsgirêka kurdî de axaftina bi Turkeş re ne tiştekî hêsan e. Hêja Orhan Dogan, li her derî, di her şert û mercê de bi her kesî re diaxivî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hewil dida û empatî dikir."    Tahmaz, diyar kir ku Orhan Dogan bi israr pê re axiviye ku daxilî nav Meclîsa Aştiyê bibe û got: "Gelek bîranînên min û hêja Orhan Dogan hene. Mesela me yên li Enqereyê konferanseke bi navê 'Tirkiye li aştiya xwe digere' li dar bixistana. Nêzî 50 kes dê di wê konferansê de biaxiviyana. Lê Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ji wna kesan tenê nexwestin kesek biaxive. Ew jî Orhan Dogan bû. Gava heyetê israr kir, biryar aht girtin ku axaftina wî bê tomarkirin. Wê çaxê min jê re got vê yekê qebûl neke. Lê wî got, 'Na, ez ê biaxivim. Wekî her carê, ez ê fikirên xwe bînim ziman.' Axirê axivî û li kursiyê tiştên diparast, li ser hemûyan axivî. Ev ji bo min bûbû helwesteke pir perwerdekar û baş."    PERSPEKTÎF Û HEWILDANA DOGAN    Tahmaz, axaftina Dogan a dawî ku li Bazîda Agiriyê axivîbû û gotibû "Biborin, me aştî neanî" bibîr xist û got: "Me di sala 2017'an de li ser gora wî, ew bibîr anî. Di vê bîranînê de, min jî dawa lêborînê lê kir. Ji ber ku me soza xwe bi cih neanî, me aştî enanî vî welatî... Xeyala me ya ji bo aştiyê ku me di Meclîsa Aştiyê de û beriya wê di sala 2005'an de dest pê kiribû, piştî bidawîlêanîna pêvajoya çareseriyê nîvco ma. Ji bo vê dawa lêborînê dikim. Niha, qîmeta pêvajoya çareseriyê hîn bêtir tê fêmkirin. Aştî, tiştekî wisa ye ku li navenda demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Her kes wekî pirsgirêka kurd û bêdengkirina çekan lanse dike. Lê ev dîtineke ne rast e. Kesên doza wekhevî, edalet, azadî û di pirsgirêka kurdî de aştiyê dixwazin, divê xwedî helwest û pespektîfa Orhan Dogan bin."    MA / Ferhat Çelîk