Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye 2021-06-29 09:11:49 MÊRDÎN - Li Kerboranê di şikeftekê de qoqê seriyan û hestiyên 40 kesî hatibûn dîtin. 13 meh derbas bûn, hê jî lêkolîna derbarê hestiyan de temam nebûye. Xizmên windayan û parêzerên wan xwestin rojek berî rojekê lêkolandin temam bibe.  Lêpirsîn û dozên derbarê cinayetên "kiryar nediyar" ên bi destê JÎTEM'ê û komên bi vî rengî hatibûn kirin de, yeko yeko hatin girtin. Yek ji deverên ku herî zêde cinayetên bi vî rengî lê çêbûne jî navçeya Kerboran a Mêrdînê ye. Li navçeyê herî kêm 55 sivîl hatine kuştin û windakirin. Heya niha hê jî aqûbeta 45 kesan nediyyar e. Herî dawî dı 28'ê Gulana 2020'î de li mezrika Libka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeyê di şikeftekê de qoqê seriyan û hestiyên 40 kseî hatibûn dîtin.    Hestî ji aliyê Îrfan Yakût v hatibûn dîtin ku bavê wî Yakûp Yakût di sala 1993'yan de hatibû dinçavkirin û paşê hatibû windakirin. Piştî hestî hatin dîtin, gundiyan serî li Serdogeriya Komarê ya Kerboranê dan û piştî li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin, hestî hatin berhevkirin. Ji bo DNA'yê hestî şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê belê 13 meh derbas bûne, hê jî vekolandina derbarê hestiyan de bi dawî nebûye.    ÎFADA WAN NEGIRTIN    Îrfan Yakût ku hestî dîtibûn, anî ziman ku niha nizanin aqûbeta hestiyan çi ye û ji bo vê ne ew ne jî parêzer tên serwextkirin. Yakût got: "Piştî bûyerê me daxwazname dan. Lê kesî îfadeya me negirt. Demildest divê aqûbeta hestiyan bê aşkerekirin."    28 SAL IN LI BENDÊ NE    Yakût, anî ziman ku bavê wî di sala 1993'yan de hatiye binçavkirin û paşê hatiye windakirin û piştî ehstî dîtine hêviya wan çêbûye û got: "Di sala 2012'an de di lêpirsînên derbarê kiryar nediyaran de li Kerboranê hestiyên 9 kesan hatibûn dîtin. Piştî ev hestî hatin dîtin, me got qet nebe bila gorek bavê me hebe. 28 sal in em li bendê ne. Em naxwazin 28 sal in din jî li bendê bin."    PARÊZER: DIVÊ RASTÎ BÊ AŞKEREKIRIN    Parêzer Erdal Kûzû ku parêzeriya malbatên mexdûr dike, anî ziman ku ji salekê zêdetir di ser re derbas bûye lê belê hê jî vekolandin temam nebûye. Parêzer Kûzû, diyar kir ku ew wisa difikirin ku ev hestî ên kesên di sakên 90'î de hatine windakirin û got: "Lê dê encama teqezbûyî piştî encama cekolandina DNA'yê derkeve holê. Lewma divê rojek berî rojekê ev hestî bên tespîtkirin. Jixwe malbatên ku berê serî li me dabûn, ji bo nimûneyê xwîn dabûn. Ev nimûne li ATK'ê ne. Lewma dikarin bidin ber hev du. Ji bo rastî derkeve holê divê hinekî zû bikin."    MA / Ahmet Kanbal