Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve 2021-06-29 12:18:23   HEWLÊR - Şandek hunermendên kurd ku bi Wezareta Pêşmergeyan re civiyan, ji wezaretê xwestin di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer rû nede. Hunermend Diyar Dersim got: “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew naxwazin şer di navbera gerîla û pêşmerge de derbikeve.”   Şandek ji hunermendên kurd ku ji Ewrupayê serdana Başûrê Kurdistanê kirin, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin. Şande ji hunermend Şivan Perwer, Diyar Dersim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn, Firmêsk Hafiz pêk tê.    Şande ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û piştî civînê hunermendan daxuyaniyek da çapemeniyê.    Hunermend Şivan Pewer di daxuyaniyê de axivî û got: “Em weke hunermendên kurd hatine Başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê bi germî pêşwaziya me kir û em kêfxweş bûn.”   'DIJMINÊN ME DIXWAZIN EM LI HEMBER HEV ŞER BIKIN'    Şivan Perwer da zanîn ku bûyerên rû didin, bûye sedema gelê kurd pê bi êşe û wiha got: “Dijminên gelê kurd dixwazin kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê kurd destkeftiyek mezine, divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amadene û ku derê pêwîst bike em ê serdana wir bikin.”   'EM BI HEV RE LI DIJÎ DIJMIN ŞER BIKIN'    Paşê hunermend Diyar Dersim jî bersiva pirsên rojnamevanan da û wiha got: “Me tikaya hunermendan ji bo Wezareta Pêşmergeyan anî ziman. Em dixwazin pêşmerge erk û rolek erênî bigre ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de ti şerek biqewime. Çawa li Kerkûk, Kobanê pêşmerge û gerîla bi hev re dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayîkên Kurdistanê carek din rondik ji bo şehîdên navxweyî nerijînin.”   WEZARETA PÊŞMERGEYAN SOZ DA    Hunermend Diyar di dewama axaftina xwe de got ku wan weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji bo şerê navxweyî neqewime daxwaz ji Wezreta Pêşmergeyan kirine û got: "Wezareta Pêşmergeyan soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin di navbera gerîla û pêşmergeyan de derkeve. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta tirk a dagirker dike.”   Diyar da zanîn ku ew ê serdana saziyên ragihandinê jî bikin û sibe daxuyaniyek çapemeniyê li dar bixin.