Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî 2021-06-29 12:58:27   RIHA - Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya “edaletê” didomîne. Dozgerê li doza Malbatê dinêre cara 8’emîn hat guhertin.    Malbat Şenyaşar di roja 113’emîn de li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digire. Polîsan destûr neda ku malbat bikeve hewşa edliyê. Emîne û Ferît Şenyaşar jî li ber barîkatên hewşê nobeta xwe didomînin.    DOZGER DÎSA GUHERÎ   Ferît Şenyaşar ji ajansa me re axivî û da zanîn ku 113 roj in tiştekî li ser navê hiqûqê li pêş bikeve nîne û dozgerê lêpirsînê dîsa guheriye. Ferît Şenyaşar got ew edaletê dixwazin û bang li rayedaran kir ku dawî li zilmê bînin û edaletê temîn bikin.    Ji parêzerên Malbatê, Bulent Dûran jî anî ziman ku ev dozgerê lêpirsînê yê 8’emîn e kut ê guhertin.    TENÊ EDALET   Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî got: “Roj were wê edalet ji bo we jî lazim were. Li nexweşxaneyê komkujiyek organîzekirî pêk hat. Her kes viya dizane. Em tenê EDALET dixwazin.”