Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin! 2021-06-29 13:06:53     SEMSÛR - Mehmet Coşkûn ê ji malbatên mexdûran destnîşan kir ku Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê bi guhertina şandeyê ya cara şeşemîn ber bi “demboriyê” ve ve tê birin û li parçeyekî ku ji laşê wan veqetandî digerin.      Di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an li navçeya Kerborana Mêrdînê Davût Altinkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21), Hîkmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Ji ber guhertina şandeyê ya cara şeşemîn di danişîna doza têkildarî windakirina wan hatiye vekirin de dîsa biryar derneket. Di danişîna 22’yemîn a duh li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin de ji bo di mutalayê de guhertin were kirin dosya ji dozger re hat şandin û danişîna taloqî 11’ê cotmehê hat kirin.    Di 21’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ku 29’ê adarê de hatibû dîtin, dozger di mutalaya xwe ya pêşkêş kir de derbarê bersûcên ku heta niha qet nehatin eywana danişînê daxwaza beraetê kiribû. Malbatên mexdûran diyar kirin ku di dosyayê de bersûc tên parastin û dosya gav bi gav ber bi “demboriyê” ve diçe û li benda “edaletê” ne. Danişîna dozê bi hêceta “Ewlehiyê” ji navçeya Mîdyada Mêrdînê ku 38 kîlometreyan ji navçeya Kerboranê dûr e veguhestin Semsûra 416 kîlometreyan wêdetir. Di danişînê de koltuxên bersûcan vala bimînin jî malbatên mexdûran beşdarî her danişînê bûn.    Xizmên mexdûran Haznî Dogan, Abdulazîz Altinkaynak û Mehmet Coşkûn ên 7 sal in beşdarî hemû danişînan dibin tiştên ku di 26 salên derbasbûyî de hat serê wan ji ajansa me re vegotin.    26 SAL IN TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ DIDIN   Bavê Davut Altûnkaynak ê di 12 salî ku hatibû windakirin, Abdulazîz Altûnkaynak diyar kir ku ji bo tevlî her danişînê bibin ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku 330 kîlometreyan ji Semsûrê dûre, dikevin rê û piştî 20 salan hestiyên zarokê xwe li gundê Dîlan ê girêdayî Kerboranê ji bîreke 120 metre kûr de derxist. Altunkaynak destnîşan kir ku bi malbatên mexdûr ên din re 26 sal in qet dest ji têkoşîna xwe ya “hiqûqê” bernedane.    BERSÛC HATIN XELATKIRIN   Altunkaynak, bi lêv kir ku malbat ji bajarên weke Stenbol, Konya, Kerboran û Nisêbînê beşdarî danişînan dibin û wiha got: “22 meh in em beşdarî danişînan dibin. Ji bo me ceza bikin danişîn veguhestin vê derê. Ligel vê yekê jî em beşdarî her danişînê dibin, hêj me rûyê bersûcekê jî neditiye. Carna bi rêya SEGBIS’ê beşdar dibin lê em bi sedan kilometre rê didin ber xwe û tên. Zarokên temenê wan di navbera 12 û 15 salî de hatin qetilkirin. Ligel ku kujerên zarokan bên girtin, dewletê ew xelatkirin.”   HIŞYARIYA DEMBORÎNÊ   Altunkaynak, bertek nîşanî guhertina şandeya dadgehê ya cara şeşemîn da û wiha axivî: “Danişîneke ku em li benda biryarê bûn dîsa şande hat guhertin. Wateya we ewe ku dixwazin demê dosyayê bibore. Dixwazin bersûcan derxînin paqijiyê. Heviya me ewe ku parazvanên mafên mirovan li vê dozê xwedî derkevin. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im berî ku dema dozê bibore ji bo ku encam bigire di nava hewldanê de bin û ji bo bersûcan bidin girtin bixebitin.”   HEMÛ TÊKILDARÎ HEV IN   Birayê Seyhan Dogan (14) ê hat windakirin, Haznî Dogan jî beşdarî hemû danişînan bûye. Dogan anî ziman ku dema 11 salî bû ligel birayê xwe hatibûn binçavkirin û îşkencekirin û piştî 4 rojan hatibûn berdan. Dogan da zanîn ku piştî ku tiştên hatine serê wan ji malbata xwe re vegotin û ligel malbata xwe daxwazaname dan dozgeriyê careke din hat binçavkirin û 20 rojan di îşkenceyê de ma. Dogan diyar kir ku 26 sal in bi malbata xwe re ji bo bersûc werin darizandin têdikoşin û wiha got: “Dayikên Şemiyê demekî dirêje ji bo zarokên xwe yên hatine windakirin têdikoşin. Ev dosya hemû girêdayî hev in. Heke darizandineke baş û rast were kirin wê hemû jî derkevin holê. Ji ber vê yekê dixwazin tu tişt dernekeve holê.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN’   Dogan destnîşan kir ku dosya bi hêceta “ewlehiyê” ji Merdînê veguhestin Semsûrê û wiha axivî: “Ligel ku dosya bi hêceta ewlehiyê veguhestin jî kesên qetilkirin heta niha qet beşdarî danişînê nebûn. Dixwazin me malbatan biwestînin û dosyayê bêxwedî bihêlin. Dema em nehatin van deran wê li gorî serê xwe tevbigerin û biryarên bêhiqûq bigirin. Hatina me ya vê derê ewe ku em bêjin 'em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin'. Vê danişînê veguhêzin ku derê jî em ê li wir bin.”   DAXUYANIYÊN PEKER   Dogan destnîşan kir ku tiştên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker dibêje, ew bi sala ne dibêjin û wiha berdewam kir: “Me faîlên cînayetên kiryarên wan diyar ên salên 1990’ê yek bi yek aşkera kirin. Tiştên ku Peker dibêje bi salane em tînin ziman. Têkiliya kesên weke Mehmet Agar û Tansû Çîler rastetast bi vê dosyayê re heye.  Fermandarê Cendermeyan ê Kerborênê yê wê demê di konakên Mehmet Agar dimîne û bi şaredariyê tê xelatkirin. Dozgerekî wêrek nîne derkeve û van bi darizîne.”   ‘DIVÊ HER KES VÊ DOSYAYÊ BIŞOPÎNE’   Dogan bal kişand ser 26 salên ji bo ku bersûc werin cezakirin û got: "Ji bo cezakirinê tu gav nehatine avêtin. Dema gotûbehs dibin kurd edalet naxebite, dadgeh bê bandor dimînin.” Dogan anî ziman ku têgeha “kiryarên nediyar” a ji bo dosyayên dozê tê gotin ne rast e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku faîl diyar in divê ev têgeha ‘kiryarên nediyar’ neyê gotin. Divê herkes bibe dengê Dayikên Şemiyê û vê dosyayê bişopînin. Ev dosya dê û bavên me dişopandin lê niha ew najîn, em dişopînin, em nebin wê zarokên me bişopînin.”   PARÇEYEK JI LAŞE WAN   Birayê Abdurrahman Coşkûn (21) ê hat windakirin, Mehmet Coşkûn jî diyar kir ku li eywanên dadgehê “li parçeyekî ku ji laşê xwe windakirî digerin” û wiha got: “Bi tank û topên xwe hatin ji malên wan girtin û ew di bin çavan de winda kirin.” Coşkûn bi bîr xist ku di 20 salên derbasbûyî de qadên ku hestiyên lê hatin dîtin niha “heremên parastina eskerî ne.”    ‘EM Ê DEST JI DOZÊ BERNEDIN’   Coşkûn bi lêv kir ku bersûc ji aliyê şandeya dadgehê ve tên parastin û wiha axivî: “Li şûna ku ev kujer di girtîgehê de bin, ji ber dadgehên ku hiqûqê pêk naînin li der ve destên xwe dihejînin û digerin. Heviyeke me ku edalet pêk were nîne lê ji vê rêyê zêdetir rêyên me tune ne. Kujerên zarokên me, bawer dikin ku ev peywî li ser navê dewletê kirine. Zarokekî 12 salî dê dewletê çawa hilweşîne? Em ê pey vê dozê bernedin. Heta ku kujer neyên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   MA / Emrûllah Acar