Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin 2021-06-29 13:32:31   ÎZMÎR - Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût ku serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku êriş lê hatibû kirin kir, ev tişt got: "Kesên ku hesreta aştî, azadî û wekheviyê ya rêhevala me Denîz bînin em in."   Berdevk3e Meclisa HDK'ê ya Stenbolê Erkan Tepelî, Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci, Hevserokê MA-TUHAYDER'ê Esîn Çelîk, endamên DAD'ê, endamên Meclisa  Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê jî di nav de heyetekê serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku êriş lê hatibû kirin kir. Heyetê piştî ku li avahiyê lêkolîn pêk anî, qurnefîl danî cihê ku Denîz Poyraz lê hatibû qeitilkirin.     Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût axivî û diyar kir ku ew êrişên ku li dijî avahiyên wan ên navçe û bajaran pêk tên qebûl nakin û wiha got: "Bi salan e em vê çîrokê dijîn. Me hezkirî û xizmên xwe winda kirin. Bexwedan para me dikeve. Em dev ji mîrateya têkoşînê ya hevalên me yên jiyana xwe ji dest didin û bilindkirina tekoşîna aştiyê bernedin. Divê em aştiyê bi hev re saz bikin. Kesên ku hesreta aştî, azadî û wekheviyê ya rêhevala me Denîz bînin em in."   Piştî Elîf beşdarên din jî axaftin kirin û sozê tekoşîna li dijî faşîzmê dan.    Heyeta ku ji Stenbolê hatiye wê serdana Malbata Poyraz û goristana wê jî bike.