Şewata li Dara Hênê hat vemirandin 2021-06-29 13:35:11   ÇEWLIG - Hat ragihandin ku şewata 5 roj in li navçeya Dara Hênê berdewam dikir, hatiye vemirandin.    Li herêma Sûvêran a bi ser navçeya Dara Hênê ya Çewligê ve di 25 hezîranê de li qada daristanê şewat derketibû. Şewata li gundên Gaz, Şêxîsmîal û Xodan belav bûbû. Hat ragihandin ku şewat hatiye temartin û tîmên agirkujiyê şewatê kontrol kirine.    Şewata li herêmê bû sedema dar û ber û baxçeyên welatiyan bişewitin û cûrbicûr ajal jiyana xwe ji dest bidin. Li herêmê xebatên tîmên agirkujiyê yên sarkirinê didome. Hat ragihandin ku gengaz e ji ber tesîra bayê şewat ji nû ve dîsa derkeve.